'Di sala 38'an a Pêngava 15'ê Tebaxê de qada gel û gerîla wê hev temam bikin'

KONGRA-GEL berxwedana gerîla silav kir û got, "Di vê demê de têkoşîna qada civakî wê mezintir bibe, qada gel û gerîla wê hev temam bikin. Bi vê hêvî û baweriyeke mezin em dikevin sala 38'an a Pêngava 15'ê Tebaxê."

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi wesîleya salvegera 37'an a Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyaniyek da.

Peyama KONGRA-GEL ku bi sernavê "Cejna Vejînê li gelên Kurdistanê pîroz be" hate weşandin, wiha ye:

"37. salvegera cejna Vejînê di serî de li Rêber Apo, malbatên şehîdan, gelên Kurdistanê, hevalên li çiya û zindanan li ber xwe didin û tevayî hevalên din pîroz be. Bi vê wesîlê di şexsiyeta fermandarê mezin Heval Egîd de tevayî şehîdên Pêngava 15'ê Tebaxê bi rêzgirtin û bi minnet bibîr tînin.

Pêngava dîrokî ya 15'ê Tebaxê qedera gelê Kurdistanê guherand û li ser vî esasî ji bo gelên Kurdistanê bû mîladeke nû. Bi rêbertiya Brîtanya welatên emperyal di şerê cîhanê yê 1'emîn de Kurdistan parçe kirin û gelê Kurd teslîmî 4 dewletên nijadperest kirin. Heta damezrandina PKK’ê, dewletên dagirker hemû serhildanên gelê Kurd di navbera çend meh û çend salan de têk birin. Rêber Apo bi Pêngava 15'ê Tebaxê ev dîrok û qedera reş berevajî kir. Pêngava 15'ê Tebaxê bû cejna vejîn û demokrasiya Neteweya Kurd û li ser vî esasî jî 37 sal bênavber berdewam e.

Bi Pêngava 15'ê Tebaxê gerîla bi berxwedan, qehremanî, mîlîtanî û bi jiyana xwe, ji bo çar parçeyênKurdistanê re bû hêviya azadiyê. Li ser vî esasî jî ji çar dorê Kurdistanê keç û xortên Kurd tevlî refên gerîla bû. Artêşa gelê Kurdistanê ya gerîla çêkirin û bû hêza parastina gelên Kurdistanê. Gerîla bû sîwana yekîtiya gelên Kurdistanê, bû hêvî û baweriya gelê xwe.

Dewleta nijadperest a Tirk û hevkarên wê bi hemû derfetên xwe û bi şerekî teknîk dixwazin berxwedana gerîla bişkênin. Lê belê gerîla li Heftanîn, Garê, Metîna, Zap, Avaşîn, Xakurkê, Zagros, Botan, Serhed û Dersimê, bi şerê xwe yê hemdem, kossepta dewletê û hevalbendên wî pûç kir. Gerîla her diçe bi şêwazên cûda berxwedana xwe bi hêz dike. Hêvî û bawerî heye ku di sala 38’emîn de gerîla û gelê Kurdistanê bi hevre û bi têkoşîneke berfireh, bi tekoşîneke du alî pergala nijadperest a dewleta Tirk têk bibin.

Dewleta Tirk bi siyaseta xwe ya li ser gelê Kurd bi ser neket, ji ber vê siyaseta nijadperest jî di hemû aliyan de di nava krîzeke giran de ye. Rejîma faşîst a dewletê ji bo pêş têkçûna xwe bigre û rojevê biguherîne, li ser malbatên Kurd û penaberên ji Suriyê hatine êrişên nijadperest pêk tîne. Li hemberî şehîdên Kurdistanê bêhurmetî dike. Bi van êriş û qetlîaman dixwaze gel bitirsîne û berxwedana gel lawaz bike. Lê belê hesabên dewletê şaş e, êrişên dewletê kîna gelê me zêdetir dike.

Wek gelên Kurdistanê bi berxwedanake hevgirtî di vê pêvajoyê de em dikarin pergala nijadperest a dewletê têk bibin. Lê belê di vê pêvajoyê de PDK di şerê Metîna-Zap-Avaşîn de ji bo dewleta Tirk bûye hêvî, ji bo gerîla jî bûye astengiyek mezin. Ev rewş bi ti awayî nayê qebûlkirin. Partiyeke li ser navê wî peyva Kurdistan heye, nikare bibe hevkarê neyarê gelê Kurd.

Ev mijar, di vê demê de ji bo gelê me pirsgirêka herî xeter e. Çareserî jî pêwîst e bi deste gelê Kurdistanê çêbibe. Ji ber vê yekê hemû partiyên siyasî, rêxistinên medenî, rewşenbîr, hunermend û medya Kurd, bi awayekî lezgîn, pêwîst e seferber bibin û pêş vê xeteriyê bigrin. Xebateke bi vî rengî dikare encam bigre û pîlanên dewleta nijadperest pûç bike.

Em bi giştî berxwedana gerîla, bi taybetî jî berxwedana li Metîna-Zap-Avaşînê silav dikin. Ev berxwedana bi heybet ji bo dîroka gelê me serbilindî ye. Di vê demê de têkoşîna qada civakî jî wê mezintir bibe, qada gel û gerîla wê hev temam bikin. Em bi hêvî û baweriyeke mezin dikevin sala 38’emîn ya hemla 15ê Tebaxê. 

Li ser vî esasî em car din Cejna Vejînê li Rêber Apo, gelên Kurdistanê, hemû hevalan û dostên xwe pîroz dikin û dibêjin serketin ya gerîla û gelên Kurdistanê ye."