Di Roja Aştiyê de ciwanên Başûr li dijî tecrîda li ser Ocalan meşiyan

Bi pêşengtiya jinên Ciwan ên Têkoşer li Kolana Salim a bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê bi meşekê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Di saetên şevê de bi pêşengtiya Jinên Ciwan ên Têkoşîer di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bi dirûşma ‘Em dibêjin NA’ ji tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li bajarê Silêmanî bi tevlîbûna jin, rewşenbîr, hûnermend û gelek kesî meşek hate lidarxistin.

Bi tevlîbûna jinên ciwan û xelkê Silêmanî yên ji gelek sazî û rêxistinên cuda bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bimre Xiyanet’ û Bijî Berxwedana Îmralî’ li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek lidar xistin.

Li ser navê Jinên Ciwan ên Têkoşer Şatû Mihemed axivî û diyar kir ku bi dirûşma ‘Em dibêjin NA’ ji tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi pêngavekî nû dikin. Mihemed bal kişand ku armanca wan a esasî ji vê pêngavê ew e ku her kes li dijî tecrîda li ser Ocalan bibe xwedî helwestên cidî.

Li ser navê Komîteya ‘Ji Ocalan re Azadî’ Şoreş Kerkûkî daxuyaniyek xwend. Kerkûkî tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û bal kişand ku divê di serî der gelê Kurd û her kes li dijî tecrîdê rabe. Kerkûkî berxwedana gerîla ya li Heftanînê kir û banga aştiyê û azadiyê li Rojhilata Navîn kir.

Piştî daxuyaniyê meş bi dirûşmên dilsoziya bi Ocalan û şermezarkirin êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.