Di pêşengeha jinên ciwan de wêneyek: Dayika Şehîd Egît

Têkoşîn, bi xêzkirina wêneya Dayika Xalîse diyar dike ku êşa ku li Amed, Dêrsim, Mêrdînê tê jiyîn li Silêmanî, Hewlêr, Ranya û Helepçe tê hîskirin. Têkoşîn, sînorên dagirkeriyê nas nekiriye û bi wêneya xwe bûye hestên milyonan jinên Kurd.

Jinên Ciwan ên Têkoşer, di navbera 14 û 19’ê Hezîranê de li Çemçemal, Silêmanî û Helepçe ji bo hunera nû ya jinên ciwan derxe pêş û bide nasîn bi dirûşmeya “Di çavê jinên ciwan de Jin û Kurdistan” pêşengehek li dar xistin. Jinên Ciwan ên Têkoşer, diyar kirin ku wan ji bo bîranîna Bariş Çakan ê ji ber muzîka Kurdî li Enqereyê hatibû qetilkirin û ji bo şehîdên çand û folklora Kurdî li dar xistine.

Jinên Ciwan, li her sê bajaran pêşengehan bi awayek serkeftî pêşengehê bi rê ve birin û bi hezaran kes pêşengehê ziyaret kiriye. Ev pêşangeh di Başûrê Kurdistanê de mirov dikare bibêje ya yekem e. Ji ber ku di gelek aliyan de deng veda. Di pêşangehê de wêneyek bala hemû kişand. Ew wêne yê Dayîka Xalîsê ya dayika şehîd Egîd bû.

Şehît Egît Îpek, di 2017’an de li Dêrsimê di şer û pevçûna bi dewleta Tirk a dagirker da derketiye, şehîd dikeve. Dayika Xalîse ji wê rojê heta roja ku dewleta Tirk a dagirker bi postayê cenazeya Şehîd Egît dişîne têdikoşe û dixwaze cenaze werbigire. Lê dewleta Tirk a dagirker her bi hincetên cuda cuda cenazeyê nade, taloq dike. Heta roja ku cenazeyê bi rêya postayê ji dayika Xalîse re dişîne. Di meha Nîsanê de hemû Kurdistan û cîhan hay ji vê meseleyê çêbûn. Civaka Kurdistanê li hemberî vî tiştî di çar parçeyan de dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û bertekeke pir mezin nîşan dan.

Ji wê rojê şûnde di guh û mêjiyê her kesî de gotinê dayika Egît ma. Dayika Xalîse got, “Ez bi Egîdê xwe serbilind im. Egîd Egîdê Kurdistanê ye.” Dayika Xalîse, bi gotinên xwe bi sekna xwe hemû Kurdistanê bi ruh de kir yek. Jinek Ciwan ya ji Silêmanî di ruh, can, dil, mêjî û hestên xwe de êşa Dayika Xalîse hîs kir û xwest Dayika Xalîse bi wêneya ku xêz bike ji dîrokê re bimîne.

Têkoşîn 23 salî ye û ji bajarê Silêmanî ye. Xwendekara zankoyê ye. 4 sal e ku bi awayek amatorî li ser wêneyan xebata xwe didomîne. Bi awayek amatorî carinan wêneyan xêz dike. Bi bûyera Şehîd Egît pir bandor bûye û bi naskirina Dayika Xalîse re him pê re xemgîn bûye û him jî pê serbilind bûye.

Têkoşîn, bi xêzkirina wêne, bal dikişîne ser ku rengê êşê bi awayek enerjiya wê diguhere. Êş kêm nabe. Êş dikeve formeke din.

Têkoşîn, wêneya Dayika Xalîse di rojekê de xêz dike. Û navê tabloyê dike Têkoşîn.Têkoşîn beşdarbûna xwe ya pêşengeha jinên ciwan, dibêje, “Armanca min ya sereke pêşangeha jinên ciwan nîşana cewher û berxwedana jinên Kurd bû, min biryar da ku bi ew tablo beşdar bim. Mebesta min ji bo jinên ciwan ên din ên li Başûrê Kurdistan hebû ku li ser çîroka Dayika Xalîse agahdar bin, ji ber ku ew çîroka jinên Kurd û dayikên Kurd e.”

Têkoşîn, ji bo li darxistina pêşangehê ji Rêxistina Jinên Ciwan ê Tekoşer re spasiya xwe dike û di dawiyê de dibêje, “Pêwistiya me bi çalakiyên wisa heye, da ku jinên ciwan ên jêhatî li Başûrê Kurdistanê xwe nas bikin.”