Di operasyonên qirkirina siyasî de 10 kes hatin destgîrkirin

Li Qelqeliyê di operasyonên qirkirina siyasî de vê sibehê 10 kes hatin destgîrkirin.

Li Bakurê Kurdistanê operasyonên qirkirina siyasî bênavber dewam dikin. Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê, jendermeyan serê sibehê bi ser gelek malan de girt û 10 kesan destgîr kirin. Sedema destgîrkirinê nehat hînbûn û hat ragihandin ku kesên hatine destgîrkirin birine Fermandariya Jendermeyan a Bajar a Wanê. 
 
Kesên hatine destgîrkirin û navê wan hatine hînbûn wiha ne: Tûran Sarigul, Mesût Erzengîn, Medenî Demîr, Kemal Dayi, Mehmet Akgun, Cîhan û Mahkûm Atdemîr, Medenî Demîr, Emrah ku paşnavê wî nehat hînbûn.