Di operasyona qirkirina siyasî ya li Mêrsînê de gelek kes hatin destgîrkirin
Di serdegirtinên danê sibehê yên li Mêrsînê de gelek kes hatin destgîrkirin.
Di serdegirtinên danê sibehê yên li Mêrsînê de gelek kes hatin destgîrkirin.
Polîsan avêtin ser malên li taxa Demîrtaş a navçeya Toroslar û Yenîpazar û Guneş ên Akdenîzê. Di serdegirtinê de polîsan gelek kes destgîrkirin. Di serdegirtinê de Bedaran Etîz hate destgîrkirin, Remezan Aslan ji ber ku li navnîşana lê dima, nebû nehate destgîrkirin.
Etîz û yên li gel wî hatin destgîrkirin, birin Midûryeta Emniyetê ya Mêrsînê.