Di operasyona Licê de şerê dijwar diqewimin

HPG’ê, ragihand ku artêşa Tirk a dagirker li devera Gundê Reşanê ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê dest bi operasyonekê kirin. HPG’ê ya ku diyar kir ku piştî danîna leşkeran û şûnde şerê derketî bi dijwarî didome, di şer de gelek leşker hatine kuştin.

Navenda HPG’ê ya ku daxuyaniyek nivîskî da, ragihand ku çalakiyên gerîlayan ên li dijî operasyona artêşa Tirk a 16’ê Hezîranê li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bi armaca dagirkirinê dabû destpê kirin dewam dikin.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekirin:

Operasyona artêşa dagirker a Komara Tirk ya ku di 16’ê Hezîranê de li ser Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dabûn destpêkirin û çalakiyên li dijî operasyonê didome.

Di 3’yê Tîrmehê saet 07:30’an de hêzên me kozikên dijmin ên li Qela Bedewê kirine hedef. Di vê çalakiyê de kozikek hatiye îmhakirin û 2 leşkerên dijmin jî hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan li qada çalakiyê daye.

ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER BI SER GUNDAN DE DIGIRE

Di 30’ê Hezîranê de artêşa Tirk a dagirker li qada Geliyê Xumarov û Şapatanê ya bi ser Şemzînanê operasyonek daye destpêkirin. Leşkerên dijmin avêtine ser malên li gundê Meleyanê û pêkutî li gel kiriye. Bêyî ku encamê werbigirin operasyona wan di 1’ê Tîrmehê de bi paş ve hatiye kişandin.

LI LICÊ OPERASYON Û ŞER

Di 28’ê Hezîran de artêşa Tirk a dagirker li qada gundê Reşanê ya Licê ya bi ser Amedê operasyonek daye destpêkirin. Hêzên dagirker di 29’ê Hezîran de di saet 03:00’an de bi helîkopterên Skorksky leşker daniye qada operasyonê. Piştî daketina leşkeran di saet 05:00’an de hêzên me li leşkerên dijmin dane.

Di şer de hevrêyê me Farqîn bi şêwazeke fedaîyane çûye ser hêzên dijmin û heta guleya xwe ya dawîn şer kiriye. Hevrêyê me Farqîn ê ku bi giranî birîndar bûye, ji bo ku nekeve destê dijmin bombeya xwe bi xwe teqandiye û gihiştiye şehadetê.

Şerê di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de heta êvarî domiyaye. Hevrêyê me Serhildan jî di vî şerî de şehîd bûye. Hêzên dagirker nikaribûna berxwedana hêzên me bişkînin û bi balefirên şer û helîkopterên kobra bombe li ser qadê barandiye. Di vê bomberdûmanê de hevalê me Deştî jî gihiştiye şehadetê.

Fermandarê yekîneyê hevrêyê me Salih jî di vî şerî de birîndar bûye û ligel birîna xwe ya giran heta 30’ê Tîrmehê li dijî hêzên dagirker şer kiriye. Hevrê Salih heta guleya xwe ya dawîn şer kiriye û bi giyanekî fedaî di 30’ê Hezîranê de bombeya xwe bi xwe teqandiye û gihiştiye şehadetê.

Di berxwedana 3 rojan de ya li dijî mêtingeriya Tirkan 4 zarokên Kurdistanê şehîd bûne. Bi qasî ku hatiye zelalkirin 5 leşkerên dijmin hatine kuştin û 6 leşkerên dijmin jî birîndar bûne.

LI DIJÎ LEŞKERÊN KEMÎN DIDANÎN, ÇALAKIYEK HATE LIDARXISTIN

Bi vê operasyonê de hêzên dagirker bi awayekî hemwext di 30’ê Hezîranê destê sibehê de li qada gundê Bejiknê operasyonek daye destpêkirin.

Gerîlayekî me rastî leşkerên dijmin hatiye û tarzeke fedaî ajotiye ser hêzên dijmin. Heta êvarî li dijî leşkerên dijmin şer kiriye û di vî şerî de birîndar bûye. Piştre ji bo ku bi saxî nekeve destê dijmin bombeya xwe bi xwe teqandiye û gihiştiye şehadetê. Di vî şerî de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Operasyon 1’ê Tîrmehê bê ku encamekê bigire vekişiyaye.

KONTRAYÊ BINAVÊ AYDIN AHÎ HATE CEZAKIRIN

Hêzên me tevî hemû agahdarî û hişyariyên dewleta Tirk a mêrtînger a ku li ser gelê Kurdistanên weke rêbaza şerê taybet dide meşadin dewam dike, yek ji van kontrayê bi navê Aydin Ahî 1’ê Tîrmehê saet derdorî 22:00’an li gundê Bogazkesen a girêdayî navçeya Qelqelî ya Wanê ji aliyê hêzên me ve hatiye cezakirin. Em carekî din didin nîşandan ku her kes an jî kesên li hemberî gelê me têkeve nava kiryarên şerê taybet û li dijî gelê me sûc bike wê li ser navê şoreşê hesab jê bê xwestin.

LEŞKERÊN LI GIRÊ MEYMÛNAN BI CIH BIBÛN BÛN HEDEF

3’ê Tîrmehê (îro) saet 07:30’an, hêzên me wesayîtekî zirxî ya leşkerî ku dixwest ji Girê Meymûnan ber bi Girê Sînek ê girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê be bi rê diket, kirin hedef. Di vê çalakiya bi leşkerên Tirk re şerekî dem kurt rû da de, hejmra kuştî û birîndarên artêşaTirk nehate zelalkirin.

ARTÊŞA TIRK HERÊMA GUNDÊ KIZILAGAÇ A KANÎREŞÊ BOMBERDÛMAN KIRIN

29’ê Hezîranê saet 19:00’an, balafirên şer ên artêşa Tirk û helîkopterên Kobra devera gundê Kizilagaç a girêdayî navçeya Kanîreş a Çewligê bomberdûman kiriye. Di encama bomberdûmana ku 5 saetan dom kir de, dema ku agahiyên têkildarî bomberdûmanê gihiştin ber destê me em ê bi raya giştî re parve bikin.

2’yê Tîrmehê saet 21:00 û 3’yê Tîrmehê saet 04:00’an, balafirên şer ên artêşa Tirk devera Deriyê Keper ê li Herêma Herekol a Sêrtê bomberdûman kirin. piştî bomberdûmanê artêşa Tirk li herêmê dest bi operasyonekê kiriye.”