Di operasyona li ser TÛAY-DER’ê de 7 kes hatin girtin

Di operasyona qirkirina siyasî ya li Amedê li ser TÛAY-DER’ê hate kirin de ji 22 kesên hatibûn destgîrkirin 7 kes hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amed a li ser Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TÛAY-DER) de 9’ê Hezîranê avêtin ser gelek malan. Endamê Meclîsa Şaredariya Rezan ê HDP'î Vahit Dogru, Hevserokê TÛAY-DER'ê Mehmet EmÎn Guzel, rêveberên komeleyê Şafîî Hayme, Hanim Akay, Muşeher Ulker, rêvebera berê ya komeleyê Leyla Ayaz, Abdulmenaf Kur û Husamettin Kiliç, Ayten Kirtay, Zeynep Kiray, RÊzan Erimfik, Çekdar Çûbûk, Kazim Yayık, Selahattîn Çap, Haşim Temîz, Îbrahim Temîz, Mehmet Temîz, Huseyîn Temîz, Medenî Kirtay, Fatma Gul jî di nav de 22 kes hatibûn destgîrkirin. Lêpirsîna ku derbarê wê biryara ‘veşariyê’ heye, di serdanên ji bo malbatên girtî yên TÛHAY-DER’î û piştevaniyê hatin kirin de hate diyarkirin ku geşt, daxuyaniyê ku tevlî bûne, serdanên sersaxiyê û hevdîtinê televonan weke sûc hatine nîşandan.

Di çarçoveya lêpirsînê de bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ Hevserokê TÛHAY-DER’ê Mehemt Emîn Guzel, ji rêveberên komeleyê Şafîî Heyme, Muşeher Ulker, Abdulmenaf Kuran piştre jî îro Endamê Meclîsa Şaredariya HDP’ê ya Rezanê Vahît Dogrû, Fatma Gul û Selahattîn Çap bi heman hincetê hatin girtin.

15 kes jî bi şertê kontrola edî hatin berdan.