Di nezaretê de êşkence lê hate kirin

B.Y. ê ku li Amedê hatibû destgîrkirin, êşkence lê hate kirin.

B.Y. ê ku di 25’ê Kanûnê de ji aliyê polîsên Qaçaxvanî û Sûcên Organîze ya Emniyetê hate destgîrkirin, êşkence lê hate kirin. Ajansa Mezopotamyayê wêneyên êşkenceyê weşand.

‘HEVDÎTIN HATE ASTENGKIRIN’

Parêzer Bêrîvan Tûran diyar kir ku muwekîlê wê B.Y. êşkence lê hatiye kirin û destûr nehatiye dayin ku ew bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bike. Tûran got ku, “Di heman demê de polîsan parêzerekî din ê muwekîlê min Ozgur Denîz Îzgî jî tehdît kiriye.”

NEXWEŞXANEYAN RAPORÊN DEREWÎN DAN

Parêzer Bêrîvan Tûran diyar kir ku bi şev saet di 24.00’an de ew bi muwekîlê re rûniştiye û wan wêneyên êşkenceyê girtiye. Tûran bal kişand ser vî tiştî ku Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl û Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî jî raporên dûrî rastiyê dane. Tûran diyar kir ku parsûyên muwekîlê wê derb xwarine lê nexweşxaneyan di raporên xwe de qala van tiştan nekiriye.