Di Newroza Mexmûrê de Efrîn hate silavkirin

Di Newroza Mexmûrê de (Kampa Şehîd Rustem Cudî) berxwedana Efrînê hate silavkirin.

Li Kampa Şehîd Rustem Cûdî bi şîara ‘Em bi giyanê Newrozê berxwedanê geş bikin û li Efrînê serfiraziyê bi dest bixînin” Newroz hate pîrozkirin.

Li qada Newrozê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, damezirînera PKK’ê Sakine Cansiz, şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hatin vekirin û alayên PKK, HPG, YJA-Star, YPG, YPJ, KCK, KJK’ê hatin hildan. Di çalakiyê de posterê mezin ê Mazlûm Doğan jî hate vekirin.

Ji gelek bajarên Başûrê Kurdistanê û ji parçeyên din ên Kurdistanê bi sedan mêvan beşdar bûn.

Hevserokê Meclîsa Gel ê Mexmûrê Hüseyin Kara di Newrozê de axivî û bal kişand ser Berxwedana Serdemê ya li Efrînê. Kara got ku, “Li Efrînê qonaxa pêşîn a berxwedanê bi dawî bû. Divê Erdoğan baş bizanibe, ew ê aqûbeta wî bibe wekî ya Hitler û Saddam. Ew ê serfirazî ya gelê Kurd û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê be.”

Newroz bi derketina ser dikê ya hunermenda re domiya.