Di nava HDP'ê de ciwan hêza bingehîn e

Ji namzetên ciwan ên HDP'ê Abdûrrahîm Dûrmûş destnîşan kir ku HDP'ê ji cihên ku bên hilbijartin ciwan kiriye namzet û got, "HDP ciwanan weke hêzeke bingehîn a çareseriyê dibîne."

Namzetên ciwan ên parlamenteriyê, ji bo HDP xwe bigihîne girseyên ciwan bûne çavkaniyeke xurt a motîvasyonê. Yek ji namzetên ciwan ên HDP'ê Abdûrrahîm Dûrmûş e ku di rêza 10. a Amedê de cih digre. Dûrmûş ji Cizîrê ye û berî niha bi 6 salan ji ber sedemên siyasî hatibû girtin. Dûrmûş ji ANF'ê re axivî.

Dûrmûş bi bîr xist ku beriya mehekê wan dest bi kampanya xwe ya hilbijartinê kirine û got, "Heta niha bi giranî mirovên bi emr bûne wekîl û derketine pêşberî gel. Lewma dema gel namzetên ciwan dibînin, hinekî matmayî dimîne. Bêguman namzetên ciwan hêviyê didin gel. Gel dibêje bendewarî û hêviya wan ji ciwanan zêde ye. Lewma coşeke mezin heye."

Dûrmûş bi bîr xist ku ciwan bi gemara siyasetê neketine û destnîşan kir ku wê bi berpirsyariyeke mezin hewl bidin li meclîsê bersivê bidin daxwazên gel.

Dûrmûş bal kişand ser rewşa ciwanan a li nava partiyên din ên siyasî û diyar kir ku ji bilî HDP'ê hemû partiyên din ciwan bi rengekî sembolîk li cihên neyên hilbijartin kirine namzet. Dûrmûş anî ziman ku partiyên sîstemê ciwanan weke amûrekê dibînin, weke hêza çareseriyê nabînin.

Abdûrrahîm Dûrmûş destnîşan kir ku HDP dixwaze her civak di nava têkoşîna aştî û demokrasiyê de cih bigire, lewma pêşî li ciwanan jî vedike. Dûrmûş got, "Weke çend hevalên namzet em li cihên bên hilbijartin namzet hatin nîşandan. HDP cidiyeta xwe ya li pêşberî civakê û ciwanan nîşan dide. Em jî dixwazin bibin hêza bingehîn a çareseriya pirsgirêkan. Lewma HDP pêşî li ciwanan vedike."

Namzetê rêza 10. ê Amedê Dûrmûş diyar kir ku divê ciwan bêyî cihêrengiya civakî û îdeolojîk karibin li hev bicivin, pirsgirêkan nîqaş bikin û got, "Weke namzetên ciwan ên HDP'yî em ê hewl bidin bibin bersiv ji hemû pirsgirêkên civakê re. Em ê vê yekê bi navê ciwanan bikin. Wê nebe karekî şexsî. Ez nabêjim weke Abdûrrahîm ez ê pirsgirêkan çareser bikim. Em dibêjin, weke ciwan em ê li hev bicivin û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Bi ruhekî bi vî rengî em dikarin hemû pirsgirêkên civakê çareser bikin."