Di krîza bûdçeyê de geşedanên nû

Krîza bûdçeyê ya di navbeyna Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê û Hikûmeta Navendî de didome. Hikûmeta Navendî li şûna ku helwesta xwe diyar bike gok avête ber lingê  Serokkomarê Kurd ê Iraqê.

Krîza bûdçeyê ya di navbeyna Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê û Hikûmeta Navendî de didome. Hikûmeta Navendî li şûna ku helwesta xwe diyar bike gok avête ber lingê  Serokkomarê Kurd ê Iraqê. Mesûd Barzanî jî got dema wê hatiye ku em ew bersivekê bidin Iraqê. Bi daxuyaniyên pêşberî hev krîz didome, Duşemê Hikûmeta Navendî ya Iraqê civiya û bi biryareke nû diyar kir ku rêjeya bûdçeyê hatiye zêdekirin.

BANG LI HIKÛMETÊ HATIBÛ KIRIN KU BIBE XWEDÎ HELWEST

Şemiya bihûrî parlamenterên Kurd ji bo ku daxwazên wan nehatibûn bicihanîn li gel ku pêşnûmeya bûdçeyê boykot kiribûn jî bûdçeya 2018’an a ku ji 58 xalan pêk dihat hate pejirandin.

Komên parlamenterên Kurd daxuyanî dabûn, gotibûn Hikûmeta Herêmî divê bibêje ku ew vê rêjeyê qebûl nakin û her wiha Kurd bi temamî dikarin ji Iraqê vekişin, ji niha û şûn de meşa bi Iraqê re wê zehmet be.

Piştî civîna Desteya Wezîrên Herêmî Serokwezîrê Herêmê Nêçîrvan Barzanî li ser krîzê daxuyanî da. Li  ser banga komên parlamenterên Kurd Barzanî got wan bi Iraqê re di nav çarçoweya destûrê de li hev kirine, Iraqê hemû daxwazên wan qebûl kirine, li gel vê jî kêmbûna bûdçeyê dikare arîşeyên mezin bi xwe re bîne. Barzanî gok avête ber lingê Serokkomarê Iraqê Fuad Masûm û got, ‘’Di serî de yên Kurdan divê berjewendiyên hemû gelan werin parastin, ji bo ku ji şaşiya hat kirin vegerin bikeve dewrê.’’

Ev daxuyaniyên Barzanî li nav hêlên siyasî bû sedema nerazîbûnan û hate gotin, ‘’berpirsyarî û peywirên xwe li ser serokkomar bar dike’.  Nêçîrvan Barzanî bi erênî nêzî pêşniyara Komên Parlamenterên Kurd, a vekişîna ji Iraqê nabe, diyarkirina ku pêdivî bi vê tine û ‘divê em bi Iraqê re bimeşin’ rê li ber helwestan vekir.

MESÛD BARZANÎ: DEMA WÊ YE KU EM BERSIVA IRAQÊ BIDIN

Mesûd Barzanî di salvegera Raperînê de li ser krîza bûdçeyê daxuyanî da. Barzanî got divê komên Kurdan û partî bibin yek û bersivê bidin Iraqê. Tê gotin ku daxuyaniyên Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî dijberê hev in, li şûna meşa bi Iraqê re mesajên parlamenterên Kurd ya vekişîna ji Iraqê di nav xwe de vedihewîne.

PARLAMENTOYA IRAQÊ BÛDÇE ZÊDE KIR

Roja Duşemê Parlamentoya Iraqê Duşemê civiya û got bûdçeya Herêma Kurdistanê ya 2018’an 1 trîlyon dînarî ango 800 milyon dolar hatiye zêdekirin.

Endamê Komîsyona Darayî û Parlamenterê Tevgera Goran Medûd Haydar got, ‘’Di yasayan bûdçeyê de ji mehmiza karmendan 1 trilyon dolar hate kêmkirin. Me daxwaznameya dane Seroktiya Parlamentoya Iraqê da ku pereyên pêvek ku 2 trîlyon in, bikin 3 trîlyon.

Parlamentoya Iraqê bi rûniştina Îro biryar da ku bûdçeya Herêma Kurdistanê ya ku 6,5 trilyon dînar bû bike 7,5 trîlyon.

Bi biryarê re bûdçeya Herêma Kurdistanê ku 12,67 bû bû 14 ji sedî.

Hate gotin biryar piştî civîna Serokkomarê Iraqê Fuad Masûm, Serokwezîrê Iraqê Haydar Abadî û Serokê Meclîsê Selîm Cibûrî hatiye standin û li ser daxwaza parlamenterên Kurd hatiye qebûlkirin.

Sekreterê Desteya Wezîran a Herêma Kurdistanê Armanc Rahîm got para karmend û malnişînên Herêma Kurdistanê ya di bûdçeya Iraqê de ji 334 milyar dînarî bûye 418 milyar dînar.