Di komkujiya Şenyaşaran de dewlet li pişt komkujiyan disekine

Parêzerên malbata Şenyaşar gotin daraza û saziyên Tirk li pişt komkujiyan disekinin.

Parêzerên Malbata Şenyaşar diyar kirin derfetên raya giştî yên qewimandina bûyerê û pêvajoya darizandinê di lehê malbata Yildiz de hatine bikaranîn û nevekirina dosyeya duyem a dozê û nepeniya dosyeyê fikarên wan zêdetir dike. 
 
Parêzerên doza Malbata Şenyaşar ên ji aliyê AKP’iyan ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin kuştin daxuyanî dan çapemeniyê. Parêzeran li avahiya Şaxa ÎHD’a Rihayê daxuyanî da û Hevseroka Şaxa ÎHD’ê Nahîde Polat û parêzer beşdarî daxuyaniyê bûn. Parêzer Bulten Dûran metna daxuyaniyê xwend. 
 
DERBARÊ POLÎSAN DE LÊPIRSÎN NEHATIYE DESTPÊKIRIN 
 
Dûran êrişa li dijî miwekîlên wan pêk hat bi bîr xist û destnîşan kir ku bûyer li ber çavê polîsan pêk hatiye û ji bo êrişê derbarê polîsan de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Dûran anî ziman ku miwekîlê wan Fadil Şenyaşar niha girtî di hucreya yek kesî de tê darizandin û vê yekê wek tecrîdê pênase kir. Dûran diyar kir ku li gel miwekîlê wan Fadil Şenyaşar bi xedarî birîndar bûbû jî lê ew girtî tê darizandin û heke ne ji fişarên raya giştîbûna wê Enver Yildiz nehatibûya girtin. 
 
'DERFETÊN GIŞTÎ BIKAR TÎNIN’ 
 
Dûran destnîşan kir ku aliyên êrişê pêk anîne sûdê ji derfetên giştî bikar anîne û vê yekê bandorê li ser lêpirsînek bi bandor ya di dema êrişê û pişt re berhevkirina delîlan de kiriye û bal kişand ser qeydên tapeyê yên beriya Enver Yildiz were girtin. Dûran anî ziman ku di qeydên telefonê de pir eşkere derketiye holê edaletê û derfetan ji bo berjwendiyên xwe bikar anîne û bi dozgeran re hevdîtin kirine û xwestine ji bo wan bibin alîkar. Dûran destnîşan kir kut ê xwestin ser delîlên heyî dîmenên dema bûyerê veşêrin û aliyên êrişkar dixwazin sûdê ji vê bigirin. Dûran anî ziman ku li gel hewcehiya lêpirsînek bi bandor jî divê were kirin berdewamkirina biryara nepeniya li ser dosyeyê û tevî ewqas dem bi ser de derbas bûye û tiştek nekirina derbarê êrişkaran de jî rê li ber xetereyê vedike û ew wek parêzerên malbatê derbarê dozê de bi fikar in. 
DANIŞÎN DI 2’YÊ NÎSANÊ DE YE
 
Dûran got wê di 2’yê nîsanê de danişîna dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê were lidarxistin û xwestin banga piştevaniyê û beşdariya dozê kir.