Ji Kanûn sala borî heta niha 49 welatiyên Rojhilatê Kurdistanê destgîr bûne-NÛ BÛ

Hêzên ewlekariya rejîma Îranê ji Kanûna 2019’an û heta niha 49 welatî, xwendekar û çalakgerên sivîl a Rojhilatê Kurdistanê hatine destgîrkirin.

Li gorî agihiyên malpera Tevnên Mafên Mirov ya Kurdistanê Kanûna 2019’an û heta niha, 49 welatî, xwendekar û çalakgerên sivîl yên Kurd rejîma Îranê destgîrkirine. Di heman demê de 10 welatiyên din jî bi armanca cezayê wan hene rêkirina girtîgehê.

Li gorî wê ji wan kesên ku hatîn destgîrkirin heta niha 33 jî destgîrkirîne û ti hewlên ji bo azad krina wan ne hatiye dayîn û 6 welatiyên din jî bi kefalet hatine beredan.

Di heman demê de 9 xwendekar jî ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve hatine destgîrkirin. Piştî li darxistina xwepêşandanê ya li dijî ketina balafira Ukranya, li bajarê Sine 3’ê xwendekarên zanînîngeha Kurdistanê û 5 xwendekarên zanîngeha Razî a Kirmaşanê jîji aliyê Supayên Pasdaran ve hatine destgîrkirin.

Li Sine 10 kes, li Kirmaşanê 8 kes û li Merîwanê jî 6 kes hatine destgîrkirin ku li Şinûşê jî 5 kes rêkirine girtîgehê. Welatî û çalakgerên din li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê hatine destgîrkirin.