Îranê bombe li baregehên partiyên Rojhilatî barand

Hate ragihandin ku di êrîşa dewleta Îranê de ya bi fuzeyan li dijî Partiya Demokrat a Kurdistanî ya Îranê (KDP-Î) ya li herêma Koyê ya Başûrê Kurdistanê kir, pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest daye.

Dewleta Îranê şeva Yekşemê bombe li baregehên partiyên çekdar ên Rojhilatê KDP-Î û Komala barand. Herdu rêxistinan êrîş piştrast kirin.

Li gorî çavkaniyên KDP-Î, li Koyê di êrîşê de pêşmerge Behzad jiyana xwe ji dest daye.

Êrîşên din jî li Silêmaniyeyê hatin kirin. Biryargeha Partiya Komeleyê Zehmetkêşan a Kurdistanê ya li herêma Zirguwêzê û Kampa Cêjnîkan a penaberan a ji Rojhilatê Kurdistanê hatin bombekirin.

Artêşa Îranê 14'ê Mijdarê û 28'ê Îlonê bombe li partiyên Rojhilatî yên li Başûrê Kurdistanê barandibû.