Di êrîşa Dêralokê de 4 kes mirin 2 kes jî winda ne
Dewleta Tirk roja Çarşemê êrîşeke hewayî li herêma Dêralokê ya Başûrê Kurdistanê kiribû û di vê êrîşê de 4 kes mirin û 2 kes jî winda ne.
Dewleta Tirk roja Çarşemê êrîşeke hewayî li herêma Dêralokê ya Başûrê Kurdistanê kiribû û di vê êrîşê de 4 kes mirin û 2 kes jî winda ne.
Dewleta Tirk li Reşawaya Dêraloka Başûrê Kurdistanê êrîşeke hewayî kiribû.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine wergirtin, çar kesên ku ji eşîra Rêkanê li herêmê çûbûn masiyan, bûne hedefa êrîşan.
Gundî dema ku çûne cihên bûyerê du cenaze dîtine û ev cenaze hatin veşartin.
Du kesên din hê jî winda ne. Li gor gundiyan dibe ku ev kes ber bi avê ketine. Ligel lêgerînan hê şopa du kesan nehatiye dîtin.