Di erdheja Kirmaşanê de 3 jê giran, 51 kes birîndar bûn

Di erdheja şevê din ya bi pileya 5.1 ya li navçeya Serpêl Zehwa ya bi ser bajarê Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê 3 jê bi giranî bi giştî 51 kes birîndar bûn.

Şevê din li navçeya Serpêl Zehaw ya bi ser bajarê Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê bi pileya 5.1   erdehej çêbû. Di erdhejê de 3 jê giran bi giştî 51 kes birîndar bûn û erdhej li Kirmaşan û çend bajarên Başûrê Kurdistanê jî hate hîskirin.

Ji birîndaran 38 kes li Nexweşxaneya Kirmaşan û 13 kes jî li Nexweşxaneya Serpêl Zehaw tên tedawî kirin.

Li aliyê din di 12’ê Mijdara 2017’an de bi pileya 7.3 erdhej çêbibû û li Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 600 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û zêdetirî 10 hezar kes jî birîndar bûbûn.