Di Doza Xwerêveberiyê ya Nisêbînê de biryara 'dewama rehînkirinê'

Di Doza Xwerêveberiyê ya Nisêbînê de ji bo girtiyan biryara 'berdewama rehînkirinê' hate standin. Danişîn hate taloqkirin.

Danişîna cara 4'an a 53 kesên ku li Nisêbînê di dorpêçê de hatin girtin, di roja 5'an de berdewam kir. Di danişînê de kes nehat berdan û doz taloqî 10'ê Kanûnê kirin. Parêzer Mehmet Alparslan, diyar kir ku şahid di rojekê de 343 kes teşhîs kirine. 

Danişîna cara 4'an a Doza Nisêbînê ya ku 53 kesên girtî tên darizandin di roja pêncemîn de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê dewam kir. Di danişînê de tu kes nehat berdan. Danişîn, li salona Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) ya Mêrdînê pêk hat. Di danişîna îro de hin girtî û parêzerên wan amade bûn. Malbatên 10 girtiyan û parêzera HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay jî doz şopand. Piştî diyarkirina nasnameyan Parêzer Mehmet Alparslan parastin kir û diyar kir ku di dosyayên 53 kesan de cuda cuda kîjan kes beşdarî kîjan çalakiyan bûye nehatiye diyar kirin û wiha got: "Di dosyayê de 780 mexdûr hene. Muwekîlên min ji kîjan zarara ku daye kîjan mexdûrî tê darizandin ne diyar e. Wekî ku mexdûriyeta 780 kesan tenê ji aliyê 53 kesan ve pêk hatiye hatiye nişandan. Lê tiştekî zelal û rast tune ye. Divê ev îdîanameya ku hatiye amadekirin betal bibe. 

'KESEKÎ DI ROJEKÊ DE 343 KES TEŞHÎS KIRINE'

Alparslan, destnîşan kir ku li gorî dosyayê kesekî di rojekê de 343 kes teşhîs kirine. Di rojekê de kesek dikare 12 - 15 kesan teşhîs bike. Lê ev kes di rojekê de 343 kesan teşhîs dike. Ev ne pêkan e. Dîsa kesê wekî îtîrafkar navê wî derbas dibe H.B.A. li ser riya SEGBİS'ê îfade da. H.B.A., jî tahliyeya xwe xwest. 

Piştî parastinê heyetê biryar da ku hemû girtî dîsa girtî bên darizandin û danişîna dozê taloqî 10'ê kanûnê kir.