Di doza Komkujiya Pirsûsê de biryara neşopandinê

Di doza Komkujiya Pirsûsê de derbarê kesê bi navê Abdullah Omer Aslan ê ku yek ji kesê sereke yê dosyeya dozê bû, biryara neşopandinê hate dayîn.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 20’ê Tîrmeha 2015’an de komek ciwanên sosyalîst ku dixwestin pêlîstokan bibin Kobanê, endamên DAIŞ’ê li dijî wan êrişa bombeyi pêk anî û 33 ciwanên sosyalîst hatibûn qetilkirin. Danişîna 16’emîn a doza Komkujiya Pirsûsê li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Rihayê hat lidarxistin. Parêzerên dozê Sezîn Ûçar, Serdil Îzol û parêzerên endamên Baroya Rihayê û Baroya Îzmîrê û Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan danişînê şopandin. Derket holê ku şandeya dadgehê guherî ye.

Tekane bersûcê dozê Yakûp Şahîn ê girtî tê darizandin ji Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû.

Danişînê bi xwendina belgeyên nû li dosyeyê zêde kirine dest pê kir. Ji navên sereke yên dozê Abdullah Omer Aslan ê mele bi îdiaya ku têkiliya wî bi endamên DAIŞ’ê re nîne derbarê wî de biryara neşopandinê hat dayîn.

Parêzeran bertek nîşanî biryara neşopandina derbarê Aslan de da û diyar kirin ku ew biryara neşopandinê qebûl nakin. Parêzeran xwest ku Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû bila were guhdarîkirin û bersûc Yakûp Şahîn bînin eywana danişînê.

Piştî navbera hat dayîn, şandeya dadgehê daxwaza guhdariya Davûtoglû û anîna bersûc Yakûp Şahîn a eywana danişînê red kir. Şandeya dadgehê biryara ku danişînek din li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T were dîtin da û danişîn taloqî 9’ê Sibata 2021’an kir.