Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Di ‘Doza JÎTEM a Kerboranê’ de heyet dîsa guherî, kes nehatin girtin

Heyeta dadgehê ya ‘Doza JÎTEM a Kerboranê’ dîsa guherî. Dadgeha nû daxwaza girtina bersûcan red kir.

Danişînên “Doza JÎTEM’a Kerboranê” piştî li Midyad, Semsûr û Enqereyê pêk hatin, danişîna sêyemîn a dosyeya dîsa şandin Semsûrê û Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê ya 1’emîn pêk hat. Bi giştî ev bû 13 danişîn tên kirin. Di danişînê de carek din heyeta dadgehê hat guhertin. 4 car heyeta dadgehê û 3 car jî dozgerê danişînê guherîn. Parêzerê malbatên mexdûr Erdal Kûzû, malbat û ji bersûcan Sadik Çelîk li salona danişînê amade bûn. Ji bersûcan Haydar Topçam û Farûk Çatak jî ji Dadgeha Enqereyê bi rêya dîmen beşdarî danişînê bûn. Bersûcên din ji ber mazerete beşdar nebûn.

Danişînê bi tespîta nasnameya bersûcan dest pê kir. Pişt re nivîsa guhertina heyetê hat xwendin. Heyeta nû zabitnameyên heyetên berê yên danişînê xwendin. Piştî xwendina zabitnameyan ji malbatên mexdûr Abdûlazîz Altinkaynak, Mehmet Coşkûn, Abdulkerîm Kaya, Osman Seyhan û Ahmet Akyol mafê axaftinê wergirtin û xwestin hemû kesê tevlî bûyerê bûne bên cezakirin û giliyê wan kirin.

Piştre ji parêzerên dozê Eerdal Kûzû axivî û got: “Ji ber ku bênavber heyeta dadgehê tê guherandin, wek serê derziyê di dosyeyê de pêşketin çênabe. Li delîlan nayê guhdarkirin. Hat xwestin beriya danişînê mehekê li şahidan bê guhdarkirin. Lê bes ji sala 2014’an vir ve tu pêşketinek di dosyeyê de çênebûye. Ez ne bawer im ku darizandinek adilane pêk tê. Ji ber vê piştguhkirinê em ne bawer in tu pêşketin jî di darizandinê de çêbibe.”

Piştî îfadeya bersûcan heyeta dadgehê xwest carek din ji nû ve bersûc û şahid îfade bidin. Heyetê daxwaza malbat û parêzer a girtina bersûcan red kir û doz taloqî 6’ê Sibata 2019’an kir.