Di derbarê rojnamevan Candemîr de lêpirsîn hate vekirin

Di derbarê Rojnamevan Oktay Candemîr ê ku daxuyaniya Midûriyeta Emniyetê ya  Wanê ya derbarê operasyona nelirêtî ya Şaredariya Tûşba ya AKP’yî kiribû nûçe, lêpirsîn hate destpêkirin.

Rojnamevan Oktay Candemîr ê ku daxuyaniya ji aliyê Midûriyeta Emniyetê ya Wanê ya beriya 2 mehan di derbarê 4 kesên hatibûn binçavkirin kiribû nûçe, têkildarî Candemîr lêpirsîn hate destpêkirin.

Hevserokê Şaredariya Tûşba yê AKP’yî Fevzî Ozgokçe tevî ku navê wî di nûçeyê de nîn e jî, gilî kiribû û Dozgeriya Komarê ketibû nava tevgerê. Dozgeriyê di derbarê Rojnamevan Candemîr de bi hinceta ku îftira kiriye lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Candemîr li emniyetê îfade da.

PARÊZER DEMÎR: EMNIYETÊ SÛC KIR

Parêzer Sevda Demîr a bi Candemîr re çûyî emniyetê wiha got;

“Lêpirsîneke bi vî awayî nabe. Di holê de îftira nîn e ku tê îdîakirin, ev sûcê heyî Midûriyeta Emniyetê kiriye.  Candemîr daxuyaniya nivîskî ya Midûriyeta Emniyetê kiriye nûçe û ev tişt sûc tê hesibandin. Eger çapemenî vê neweşîne emniyet ji bo kê daxuyaniyê dide? Li vir dixwazin zextan li çapemeniyê bikin û pêşiya karê wan bibin asteng.”