Di çalakiyên sekvaniyê de 7 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, di çalakiyên sekvaniyê yên hêzên gerîla de li Şirnex û Colemêrgê 7 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.

Di daxuyaniya navendê de, li ser encamên çalakiyan ev agahî hatin dayîn:

"Roja 23'ê Nîsanê piştî nîvro, hêzên me li hemberî leşkerên li girê Gîvara yê herêma Besta ya Şirnexê çalakî lidar xistin. Di encama van çalakiyên sekvaniyê de 3 leşker hatin kuştin.

28'ê Nîsanê saet di 17:00 de, li dijî leşkerên li girê Şehîd Dilşêr ê li herêma Bestayê bi cih bû bûn, hêzên me çalakî pêk anîn. Hejmara leşkerên li vê derê mirin û birîndar bûn, nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê leşkeran xwe ji herêmê vekişandin. Operasyona artêşa TC a li herêma Bestayê qediya. Balafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa TC li herêmê digerin.

29'ê Nîsanê saet di 09:00 de, hêzên me li dijî leşkerên li girê Şehîd Rahîme yê li herêma Oremarê ya Geverê tevdigeriyan, çalakiyên sekvaniyê kirin. Di van çalakiyan de 3 leşker hatin kuştin. Hêzên me di heman demê de bi çekên nîv otomatîk li çeperên artêşa TC ên çekên giran lê bûn, xistin. Hejmara leşkerên li vê derê mirin û birîndar bûn, nehat zelalkirin.

30'ê Nîsanê saet di 08:00 de, hêzên me li dijî leşkerên li qereqola Tepê Ortê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyeke sekvaniyê kirin. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC obus û hawan avêt qadên Latê Kewa û Tepê Sor."