Bombe li jîngehên sivîl hatin barandin: Kesek şehîd bû

Balafirên şer ên Tirk li gel Herêmên Parastinê yên Medyayê jîngehên sivîlan jî bombe kir. Di bomberdûmanê de sivîlê bi navê Yûsûf Cemal şehîd bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ragihand ku balafirên şer li gel bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê jîngehên welatiyên sivîl jî barandiye.

HPG’ê li ser êrîşan ev agahî da:

“Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker êrîşên hewayî li Herêmên Parastinê yên Medyayê û qadên sivîlan kiriye. Di vê çarçoveyê de,

Di 24’ê Îlonê de saet di 09.00’an de balefirên şer derdora gundê Dê yê qada Stûna a herêma Avaşînê bomberdûman kiriye.

Di 25’ê Îlonê de saet di 07.00’an de Girê Şehîd Firat ê Avaşînê, saet di 16.00’an de derdora bajaroka Çemankê ya Garê û derdora gundê Çemê Zê, saet di navbera 21.45 û 00.00’an de jî Gelîyê Şehîd Ayhan, derdora gundên Enzê, Zevkê û Bêpalanê yên herêma Qendîlê bomberdûman kiriye.

Di 26’ê Îlonê de qada Dola Konferansê ya Avaşînê, Girê Şehîd Dîren û Qada Mervanisê bomberdûman kirine.

Di bomberdûmana bajaroka Çemankê de sivîlê bi navê Yûsûf Cemal ê 19 salî şehîd bûye. Di bomberdûmanên dewleta Tirk de xisareke madî û manewî gihiştiye bax û baxçeyên gel. Hikumeta faşîst a AKP û MHP’ê sivîlên li Başûrê Kurdistanê dike hedef û gelê herêmê ditirsîne û wan qir dike. Artêşa Tirk a faşîst vê carê jî ciwanê 19 salî kiriye hedef. Wê tola vî ciwanê Kurd teqez were pirsîn.”