Di bobeleta aşûtê de hejmara miriyan tê veşartin

Di bobelata aşûtê de ya ku 38 kes miribûn, tê diyarkirin ku hejmara miriyan gelekî zêde ye.

Li herêma Narlicaya Jor a Miksa Wanê roja Sêşemê aşût hatibû. Li gorî ‘daxuyaniyên fermî’ 40 kes mirine. Lê li gorî saloxên ji herêmê hatine wergirtin hejmara miriyan zêdetir e. Tê diyarkirin ku wesayîtên zirxî dema çûna herêmê aşûtê, ji ber lerizandinê aşût çêbûye. Skandaleke din jî ev e ku ji dêvila komên taybet,cerdevanan mudaxeleya pêşîn kirine.

SARISAÇ: JI RAYA GIŞTÎ TÊ VEŞARTIN

Destûr nayê dayîn ku saziyên sivîl ên civakî û heyetên HDP’ê biçin herêmê. Parlementerê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sariaç diyar kir ku rastî tê veşartin û got ku, “Dema em çûn herêma aşûtê ,pêşiya me hate girtin. Hinek tişt ji raya giştî tên veşartin. Ev bûyer ne tiştekî normal e. Li herêma aşûtê komên rizgarina sivîlan tune, cerdevan hebûn. Ev nêzikatî ne cîddî ye. Li ku dera cîhanê be, wê walî îstîfa bike. Kesên diçin rizgarkirinê ew di bin aşûtê de dimînin. Ev trajediyeke mezin e.”