Di 6 salên dawî li Emniyeta Rihayê de êşkenceyek sîstematîk tê kirin

Serokê Şaxa Rihayê ya ÎHD Mûstafa Vefa diyar kir, ku di nava 6 salên dawî li Emniyeta Rihayê êşkenceyek sîstematîk heye û got, “Têkildarî bûyera Xelfetiyê ku ji 58 kesên hatin destgîrkirin 30 kesan êşkence dîtibûn, beriya hefteyekê CPT lêkolîn kiribû."

Êşkenceya li Kurdan a li navendên emniyet û jandarma yên dewleta Tirk, dem bi dem tê rojevê. Lê belê rêbaz û zêdebûna êşkenceyê bênavber didomin. Bi taybetî, berê gelek caran di çapemeniyê de hatibû gotin ku qereqola Rihayê di vî warî de wekî herêma pîlot hatiye destnîşan kirin û beşek ji qereqola emniyetê heye ku tê de gelek rêbazên êşkenceyê hatine sepandin. Hema bêje hemû siyasetmedarên girtî ji ber heman rêbaz û tonên deng heman êşkencekar pênase kiribûn.

Emniyeta Rihayê di sala 2019’an de, dema ku li gundekî Xalfetiyê serdegirtin pêk hat û bi dehan kes hatin destgîrkirin û êşkencekirin, careke din bibû rojev.

Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Rihayê Parêzer Mûstafa Vefa, êşkencexaneya Rihayê û hûrguliyên din ên têkildarê mijarê vegot.

Parêzer Vefa got ku wî di sala 2015'an de li Rihayê dest bi pîşeya xwe kiriye û wê demê polîsan giranî daye rêbazên êşkenceyê.

VEGOTINÊN HEVPAR ÊN KESÊN ÊŞKENCE DÎTINE

Vefa kuştina du polîsan ên li malên xwe yên li navçeya Ceylanpinarê ku hikûmeta AKP'ê û çapemeniya wê ew weke 'bûyera ku pêvajoya çareseriyê qedand' pênase kiribû, bibîr xist û diyar kir ku di wê dosyayê de du muwekîlên wî hene û her cure rêbazên êşkenceyê li wan hatiye kirin. Vefa got, "Dema ku me ev dosyayên muwekîlên xwe dişopand, em rastî tiştên xofnak hatin. Dema ku ez çûm dîtina muwekîlê xwe, min dît ku ew rastî êşkenceyên pir xirab hatiye. Heta îdîayên wî hebû ku êşkenceya zayendî li girtiyên din hatiye kirin. Heta Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê ev yek îsbat kir.

Ji sala 2015’an û vir ve, di serlêdanên ji komeleya me re hatinî kirin de yan jî muwekîlên me ji me re gotine de, îdîayên pir giran ên êşkenceyê hene. Di rûniştinên dadgehê yên ku me di her du qonaxên lêpirsîn û dozgeriyê de pêkanî de, muwekîlên me vegotin bê ka bi êşkenceyên çawa re rû bi rû mane. Ji wan elektrîk, rêbazê daliqandina Filistînî û êşkenceya zayendî yên herî giran bûn. Ev hemû îdia jî di qeydên dadgehê de hatin qeydkirin. Îdîayên hevpar ên hemûyan li ser xalek tenê kom bû; digotin, 'Li şaxa siyasî ya Rihayê odeyek tarî heye, me dibin wir'. Vegotina deng û mezinahiya êşkencekaran bi gelemperî ji heman kesan re îşaret dikir. Em ji vegotinan fam dikin ku ew hemû ji hêla heman kesan ve hatine êşkence kirin.”

PIŞTÎ CPT’YÊ JÎ ÊŞKENCE DOMKIR

Par. Vefa anî ziman ku dema mirov îfadeyên muwekîlan, serlêdanên ku li komeleyên wan hatine kirin û raporên ku wan çêkirine temaşe dike diyar dibe ku ji sala 2015’an heta 2019’an li Rihayê êşkenceyek sîstematîk heye. Vefa wiha pêde çû, "Ev rewşa êşkenceyê ya sîstematîk di dosyeya Xalfetiyê ya dawîn de derket holê. Bi giştî 58 kes li wir hatin destgîrkirin. Me hem wek İHD hem jî Baroya Rihayê, îdîayên êşkenceyê yên li Xelfetiyê şopand. Her wiha hat gotin ku heman cîrokên êşkenceyê yên heya wê demê hatine ziman, di bûyera Xelfetiyê de jî hatiye ziman.

Hema hema hemû kesên hatine destgîrkirin gotin ku hem bi êşkenceya zayendî û hem jî di peryodîkên diyarkirî de ew birine odeya navborî û bi cûreyên êşkenceyê re rû bi rû mane. Hefteyek beriya bûyera Xelfetiyê, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) li cihê êşkenceyên hatinî vegotin, lêkolîn pêk anî. Piştî vê kontrolê, rastî jî pir cihê fikarê ye ku îdîayên wiha giran di derbarê bûyera Xelfetiyê de hatine. Ji ber vê yekê, li cîhek ku CPT hefteyek berê lêpirsîn kir, nêzîkê 30 kes dibêjin ew hatine êşkence kirin û vegotinên wan pir nêzî hev in.”

KONSEPTEK TAYBET TÊ PÊKANÎN

Vefa diyar kir ku wan raporên ku li ser bûyera Xelfetiyê girtine bi raya giştî ya neteweyî û navneteweyî re parve kirin û vê yekê gelek deng veda; Vefa axaftina xwe bi van gotinan berdewam kir: "Rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan dest bi pirsa ' Li bajarê Rihayê çi diqewime?' kirin. Li Rihayê hê jî êşkence didome. Encax piştî ku rapora me piştî bûyera Xelfetiyê berbilav bû, ji sala 2019’an heya roja me ya îro di rêjeya êşkenceyan de kêmbûnek çêbû. Dîsa selêdanên ji bo ÎHD’yê dihatin kirin, dîsa bûyerên êşkenceyê hebûn lê bi rastî em nikarin qala hejmarên mezin ên bi qasî salên 2015-2019 bikin.

Ev jî tê vê wateyê; piştî raporan êşkencekar xistin pişt perdeyê. Bê guman, Riha û çend bajarên din hene ku konseptên taybet lê têne pêkanîn. Tê xwestin ku muxalefeta civakî û ronakbîrî werin astengkirin. Ev li hemû saziyan belav dibe; Saziyên wekî walîtî, emniyet û dadgeh. Lewma, ew rê li ber polîtîkaya bêcezakirinê ku pirsgirêka giştî ya Tirkiyê ye vedike. Ev polîtîka li Rihayê pir bi tundî derdikeve pêşberî me. Mînak, di doza Şenyaşar de em di asta herî jor de polîtîkaya bêcezakirinê dijîn.”

BÊCEZAKIRIN CESARETÊ DIDE ÊŞKENCEKARAN

Parêzer Vefa destnîşan kir ku asta polîtîkaya bêcezakirinê ya li Tirkiyeyê cesaret daye êşkencekar û sûcdaran û got, "Hin efserên dadrêsê baş dizanin ku gava wan êşkence bikin tiştek bi wan nayê. Ji ber ku di nav konseptên taybet de bêcezakirin heye. Ji ber wê dikarin bi hêsanî êşkenceya bi elektrîkê, daliqandina Filistînî û rêbazên êşkenceya zayendî pêk bînin.

Riha di bêcezakirinê û û qonaxa wê ya yekem a êşkenceyê de xwedî karnameyeke pir xirab e. Mixabin, hemû giliyên me yên ji tawanbaran û serlêdanên yasayî yên di derbarê çîrokên êşkenceyê de bê encam dimînin. Ji bo yek ji wan jî destûra lêpirsînê nehatiye dayîn. Vê rewşê bi giştî cesaret da îşkencekaran.”

ZEXTA CIVAKA SIVÎL PÊŞ DIKEVE LÊ…

Serokê Şaxa Rihayê ya ÎHD Parêzer Mûstafa Vefa diyar kir ku yên ku welat bi rejîmek zordar a ku siyaseta bêcezakirinê dişopîne, rêve dibin, di heman demê de pêşî li avakirina civakek sivîl a xurt jî digirin. Vefa axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Ew hewl didin kesên ku wê li hember vê yekê ango rewşên wekî muameleya xirab an jî êşkenceyê dengê xwe bilind bikin, bi destgîrkirin û girtinan wana bêbertek dihêlin. Dîsa bi gef û şopandinê, ew hewl didin ku pêşî lê bigirin ku raya giştî bi binpêkirina mafan nehese û yên bertekên li dijî wê organîze dikin asteng bikin.

Lê tevî van hemûyan jî em di van salên dawî de li Rihayê dibînin ku muxalefeteke civakî çêdibe. Wekî din, ÎHD, Baroya Rihayê, OHD û rêxistinên civaka sivîl ên din jî  êdî di vê mijarê de hişyar bûne. Li hember her cûre binpêkirina mafan êdî dikarin bertekek hevbeş pêş bixin. Her wiha ji rayedarên dewletê hevdîtin jî tê standin û di vê mijarê de bi wan re tê axaftin, lê belê bi ti awayî gaveke erênî nayê avêtin."