Di 21 rojan de 110 gund hatin rizgarkirin, 277 çete hatin kuştin

Di qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê de heta niha 110 gund hatin rizgarkirin, 277 çete hatin kuştin.

Di qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê de ku 10’ê Kanûnê dest pê kiribû, rûdanên girîng çêdibin. Di roja 21. a operasyonê de (31 Kanûn) du baskên din jî ketin liv û tevgerê. Ji Til Seman a girêdayî Reqayê ku 12 km li başûrrojhilat a Eyn Îsa dimîne, şervanê ku ketin liv û tevgerê, bi pêş dikevin.

Li gorî bîlançoya 21 rojan, 110 gund, bi dehan gundik û cihên stratejîk hatin azadkirin. Di şer de heta niha 277 çete hatin kuştin, 13 çete jî sax hatin girtin.