DGH û DGKH'ê li Amedê çalakî pêk anîn

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Zulkuf Gezen û Şehîd Ayten Beçet li Amedê li dijî polîsên Tirk çalakiya bi bombeya deng pêk anîn û dirûşm nivîsîn.

Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jin ên Ciwan ên Şoreşger (DGKH) ragihand, ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana grevên birçîbûnê, li Amedê hin çalakî pêk anîne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "7'ê Gulanê saet 21:00, li navçeya Baglar a Amedê yekîneyên me li dijî polîsên Tirk ên dagirker ên li dora Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bi bombeya deng çalakî pêk anîn. Yekîneyên me piştî çalakiyê bêyî zerarê bibînin ji qada çalakiyê derketin.

Yekîneyên me 8'ê Gulanê li navçeyên cuda yên Amedê dirûşmên "Ciwan canfedayên Apo ne", "Em dawî li tecrîdê bînin", "Leyla Guven", "Zulkuf Gezen", "Bibin dengê zindanan", "Bijî Ocalan" û "Em ê destên dirêjî dayikan dibin bişikînin" li ser dîwaran nivîsîn."