DGH û DGKH’ê hişyarî dan çeteyan
Koordînasyonên DGH û DGKH daxuyaniyeke nivîskî belav kirin û tê de diyar kirin ku wan çeteyên AKP/MHP’ê ceza kirine yên ku navê Komalên Ciwan, YPS û YPG’ê bi kar tînin û pereyan kom dikin.
Koordînasyonên DGH û DGKH daxuyaniyeke nivîskî belav kirin û tê de diyar kirin ku wan çeteyên AKP/MHP’ê ceza kirine yên ku navê Komalên Ciwan, YPS û YPG’ê bi kar tînin û pereyan kom dikin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan a Şoreşger (DGKH) daxuyaniyeke nivîskî belav kirin û tê de diyar kirin ku wan çeteyên AKP/MHP’ê deşîfre û ceza kirine. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev çeteyên hanê navê tevgerên şoreşger ên mîna Komalên Ciwan, YPS û YPG’ê bi kar tînin û li Stenbol û metropolên din ên Tirkiyeyê pereyan kom dikin. DGH û DGKH diyar kir ku ew ê ji van çeteyan tolê hilînin û banga bihistyariyê li gel kir.
Koordînasyona DGH û DGKH’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir:
"Di demên dawîn de me bihîst ku hin kes li ser navê Komalên Ciwan, YPS û YPG’ê li Stenbol û metropolên Tirkiyeyê pereyan ji gel distîne. Me ev çete tespît kirine û em ê hesap ji van çeteyan bistînin. Bila di vî warî de gumana tu kesî tune be.
Çeteyên ku li ser navê Komalên Ciwan, YPS û YPG’ê ji gelê me pereyan kom dikin ew ê nikaribin ji edaleta DGH û DGKH’rê birevin. Hevrê Şehîd Zana, Şehîd Jînda û Şehîd Dogan ew ê ji van çeteyan hesap bixwaze.
Divê gelê me yê welatparêz navê van çeteyan ragihînin me û ji van çeteyan bawer nekin.
Em bi şîara 'Bi tolhildana şoreşger mêtingeriyê hilweşîne' hemû ciwanan vedixwînin yekîneyê xwe û bang li ciwanan dikin ku kolanan li van çeteyan teng bikin. Em ê li ber xwe bidin û em ê bi ser bikevin."