DGH û DGK’ê çalakiyên xwe eşkere kir

Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger çalakiyên xwe yên di çarçoveya pêngava ‘Serî Hilde’ de eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev çalakiyên wan tolhildana qetlîama Parîsê ye û hate destnîşankirin ku, “Di şexsê Sara, Ronahî û Rojbînê de heta ku tola hemû şehîdên me werin stendin û Rêber Apo azad bibe, wê çalakiyên me bidomin.”

Bîlançoya çalakiyan wisa ye:

STENBOL

Di 9’ê Çileyê de ji aliyê yekîneya me ya tolhildanê ya Şehîd Rojvan li navçeya Fatîhê kargehên kesên nêzî AKP-MHP’ya faşîst hatine şewitandin. Di vê çalakiyê de nêzî 100 kargeh hatine şewitandin û bi milyonan lîra xisara maddî çêbûye. Di qetlîamên li Kurdistanê para kê hebe ew ê DGH-DGK hesabê vî tiştî bipirse. Her kesên dibin şirîkên zilma AKP’ê wê li hemberî xwe, me bibînin.

Di 9’ê Çileyê de li Esenyûrtê dikana tamîrê ya otomobîlan a kesê hevkariyê bi AKP’ê dike bûye hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de dikan û 6 wesayît hatine rûxandin.

BEDLÎS

Li Tetwanê rêveberê Ocaxên Osmanî ya ku rêxistina çeteyan a AKP’ê ye kesê bi navê Omer ji aliyê yekîneyên me ve hatiye cezakirin. Vî kesê bi navê Omer ji AKP’ê re sîxurî dikir û dixwest sîxuriyê belav bike.

Kesê bi navê M. Ûtkû Dag yê ku li gundê Şikranê cerdevan e, ji aliyê yekîneya tolhildanê ya Şehîd Stêrk Botan hatiye cezakirin. Têkildarî kesên li Tetwanê hatine cezakirin belavok hatine belavkirin û gelê me hatiye agahdarkirin.

Li Tetwanê yekîneyên me bombeya deng avêtiye mala artêşê. Piştî çalakiyê gelek ambûlans sewqî vê derê hatiye kirin. Mirî û birîndarên dijmin nehatine tespîtkirin.

AMED

Di 6’ê Çileyê de avahiyeke li Kuçeya Hunerê ya Ofîsa Amedê ya ku ji ber fihûş lê tê kirin, berê hatibû hişyarkirin, ji aliyê yekîneya me ya tolhildanê ya Şehîd Nûda Elefterya çalakiyeke bi bombeya deng hate lidarxistin. Di vê avahiyê de xisareke maddî çêbûye.