Dewleta Tirk wê li Amedê Dêra Çeltikê jî hilweşîne

Dêra Surp Sarkis weke dêreke dişibe ya Dêra Erman a Surp Gîragos tê zanîn, ku li herêma qedexeya ya Sûrê ya kavilbûyî ye.

Yek ji cihên li taxa Alîpaşa ya Sûrê tê hilweşandin, Dêra Surp Sarkîs e, ku di sedsala 16'an de hatiye avakirin û ji ber ku demekê kiribûn embar û febrîqeya çiltûkê niha bi navê 'Dêra Çeltik(Çiltûk)'ê tê zanîn.

Beriya niha malbatên ku malên wan nebûn xwe li vê dêrê digirtin. Piştî hilweşîna li taxa Alîpaşayê dest pê kir êdî bê xwedî ma. Dêra Surp Sarkis weke dêreke dişibe Dêra Erman a Surp Gîragos tê zanîn ku li herêma qedexeya ya Sûrê ya kavilbûyî ye.

Di nav wan avahiyan ku li taxa Alîpaşa ne û li ser biryara hilweşandinê hatiye danîn Dêra Surp Sarkîs jî heye.

Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin ji bo dêrê ti agahî nedane Weqfa Cemeata Gregoryan a Ermen. Dêr beriya niha ji bo malbatên ku malên wan nebûn û ji şer reviyan dibû stareyek. Piştî biryara hilweşandinê ya li taxa Alîpaşa êdî kes nema guh didiyê.

Dêra Surp Sarkîs (Çiltûk) ku hê jî mîna kavilan e û kes lê najî, nayê zanîn bê ka wê çi bi serê wê were.