BI DÎMEN

Dewleta Tirk û çeteyên wê li Cerablûsê dizî û talanê dikin

Dewleta Tirk û çeteyên wê, di dizî, talan û zordariyê de bê sînor in. Artêşa Tirk, çeteyên wê û qaşo polîsên wê, 60 TIR'ên barê wan madeyên xwarinê bûn û ji Cerablûsê diçûn Minbicê, desteser kirin.

Artêşa Tirk û komên wê yên çete, beriya hefteyekê di roja 101. de bi DAIŞ'ê re li hev kirin û di dawiya dawî de Bab dagir kirin. Piştî dagirkirina Babê, artêşa Tirk û çeteyên wê dest bi talanê kirin. Lê belê ev talan, dizî û zordarî ne tenê li Babê ye. Piştî dagirkirina Babê, TIR'ên zebze û madeyên xwarinê dibin Minbicê, ev hefteyeke tên desteserkirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, di nava hefteyekê de 60 TIR'ên barê wan madeyên xwarinê bûn û ji Cerablûsê diçûn Minbicê hatine desteserkirin. Barê van TIR'an li qemyonetan tên valakirin û li malbatên çeteyan tên belavkirin.

Ajokarên ku nexwestin navê xwe eşkere bikin, dan xuyakirin ku ti sedem ji wan re nehatiye nîşandan û bi gotina 'çûyîna Minbicê qedexe ye' barê qemyonên wan hatine desteserkirin. Ajokaran diyar kirin, dema ji wan re hat gotin ku çûyîna Minbicê qedexe ye, wan xwestine bi barê xwe vegerin, lê belê destûra vê jî nedane wan û barê wan hatine desteserkirin û li malbatên çeteyan hatine belavkirin. Ajokaran dan zanîn, bi vê yekê re ambargo li ser Mİnbicê tê danîn û çavkaniya wan a debarê jî tê girtin.

Çavkaniyên herêmî û ajokaran dan xuyakirin, ku ev yek ji aliyê qaşo polîsên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine perwerdekirin û li Cerablûsê hatine bicihkirin, hatiye kirin. Şêniyên herêmê gotin, "Eger em di nava lepên van polîsan de bimînin, wê di demeke nêz de dest deynin ser malên me jî."