Dewleta Tirk tabelayên Kurdî yên li Amedê rakir

Li kolan û bûlwarên Amedê, tabelayên bi du zimanan hatine nivîsandin hatin rakirin û tabelayên tenê bi Tirkî li şûna wan hatin daliqandin.

Kiryarên mêtingeriyê yên dewleta Tirk ên li bajarên Kurdan dewam dikin. Li şaredariyên Kurdistanê ku hatine desteserkirin êrîş li Kurdî û nirxên Kurdan têne kirin. Qeyûmê Tirk Cûmalî Atîlla ku beriya niha gelek tabelayên bi Kurdî û nîşaneyên Kurdan ên li Amedê rakir, vê carê işaretên li kolan û bûlwaran ên bi Kurdî ku rê nîşan didin, rakir.

YÊN BI KURDÎ HATIN RAKIRIN

Tabelayên li ser rê yên aliyan nîşan didin ku di dema Şaredariya DBP'yî de bi du zimanan hatin amadekirin, hatin rakirin û li şûna wan tên yên bi Tirkî hatin bicihkirin. Yek ji tabelayên bi Kurdî tabelaya işaretê ya bi nivîsa "Yenikoy Mezarligi (Goristana Yenîkoyê)" ye ku hate rakirin. Li şûna wê tenê tabelaya bi Tirkî "Yenikoy Mezarligi" nivîsandî hate daliqandin.
Li kolana Zumrutkengê tabelayên bi nivîsa "Mardin (Mêrdîn), Batman (Êlih)" û tabelaya "Urfa (Riha)" ya li ser rêya 75 Metre hatin rakirin û li şûna wan tabelayên "Mardin, Batman, Şanliurfa" hatin daliqandin. Li şûna tabeleya "Caddeya Mehmed Uzun" tabelaya "Mehmed Uzun Caddesi" hate daliqandin.

Gelek tabelayên bi Kurdî yên li bajêr, meha bihurî piştî ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan hate Amedê hatin rakirin.