Dewleta Tirk sivîlek qetil kir, balefireke keşfê ket xwarê

Balefireke keşfê ya dewleta Tirk li nêzî Amêdiyê ket xwarê. Di êrîşa balefirên şer ên dewleta Tirk de sivîlek hate qetilkirin.

Balefirên şer ên dewleta Tirk îro li dijî Çiyayê Botê yê herêma Barzanê ya Hewlêrê sivîlekî bi navê Kazim Elî yê 50 salî qetil kir.

Hate ragihandin Kazim Elî dema ku pincar kom dikir, bomberdûman hatiye kirin.

BALEFIREKE KEŞFÊ YA DEWLETA TIRK KETE XWARÊ

Êrîşên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker a li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê didome. Îro saet di 12.00’an de balefireke keşfê ya dewleta Tirk li nêzî gundê Berê Qer ê di navbera Amêdiyê û Qadişê ket xwarê. Sedema ketina wê hê nehatiye hînbûn.

Çavkaniyên ji herêmê diyar kirin, ji bo ku sedema ketina balefira keşfê neyê tespîtkirin, balefirên şer sê caran li qadê dane. Şahidan diyar kirin ku balefira keşfê gelekî mezin bûye û berê balefireke keşfêya wisa nedîtine.

Hate diyarkirin ku ji bo cure û welatê balefira keşfê neyê fêmkirin, balefir hatiye îmhakirin.