Dewleta Tirk sewalên welatiyan qetil kir

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker li gundê Xelîfan a bajarokê Sîdekanê doh êvarê gule li gelek sewalên welatiyan reşand. Gelek sewal hatin qetilkirin û birîndarkirin. Tê xwestin welatî warên xwe biterkinîn.

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker êvara doh li gundê Xelîfan a girêdayî bajarokê Sîdekan a navçeya Soran ya Hewlêrê, gule li sewalên welatiyan reşandin. Tê gotin ku di encama gulebarana leşkerên dagirker de 3 çêlên malbatekê hatin qetilkirin û gelek mih û bizinên din jî birîndar bûne.

Welatiyên herêmê dibêjin ku ev gulebaranên ji aliyê leşkerên dewleta Tirk a dagirker ve tên kirin bi armanca  ku xelk mal û erdên xwe biterkînin ye.