Dewleta Tirk Rohat Aktaş kuşt û niha jî biryara 'girtina' wî da

Midûrê Karê Nivîsê yê Azadiya Welat Rohat Aktaş, ku par li Cizîrê dema li pey nûçeyan bû hate birîndarkirin, li jêrzemîna ku xwe spartiyê hatibû kuştin. Dadgeriya Tirk niha jî biryara girtina wî da.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, ku 4 meh piştî kuştina Midûrê Karê Nivîsê yê Azadiya Welat Rohat Aktaş doz lê vekir, bi sedema ku neçûye îfadeyê, biryara girtina wî da. Aktaş dema ku hatibû kuştin 19 salî bû. Dema ku li pey nûçeyan bû mala ku lê dima bi tangan hatibû bombekirin, birîndar bûbû û weke gelek birîndaran xwe spartibû jêrzemîna avahiyekê. Dema ku li jêrzemînê bû herî dawî 6’ê Sibata 2016’an têkilî bi Aktaş re hatibû danîn û piştre qet agahî jê nehatibû wergirtin.

Li gel Aktaş ji bo birîndarên li jêrzemînê werin xilaskirin û li nexweşxaneyê werin dermankirin hemû helkeft bê encam ma bûn, leşker û polîsan astang kiribûn, bangên rêxistinên çapemenî û pîşeyan û serlêdana tevdîra lezgîn a li Dadgeha Mafên Mirovan jî bê encam ma bû. Ji bo diyarbûna cenazeyên ku nedihatin naskirin, piştî ku malbatê mînak ji xwîna xwe da bû û DNA weke hev derketibûn û cenazeyê Aktaş li Saziya Tiba Edlî ya li Deriyê Sînor ê Xabûrê hatibû danîn derketibû holê.

Cenazeyê Aktaş ku 24’ê Sibata 2016’an agahiyên nasnameyê diyar bûn û yê endamê Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Mehmet Yavuzel, 26’ê Sibata 2016’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi merasîmeke girseyî hatibûn veşartin.

DERBARÊ AKTAŞ DE, KU ÎFADEYA WÎ NEHATE GIRTIN BIRYARA GIRTINÊ

Di îdîanameyê de ku ji hêla Serdozgeriya Komara Amedê ve hatiye amadekirin û ji hêla Dadgeha Cezayê Giran ê 4. a Amedê ve hatiye qebûlkirin, ji bo Midûrê Karê Nivîsê yê Azadiya Welat ku par bi biryarnameyê hatibû girtin, bi îdîaya ku Mijdar-Kanûna 2015’an, di hejmara 16’an de ‘propagandaya rêxistinê’ kiriye hate xwestin ku bi 7.5 cezayê hepsê û bi cezayê pereyên edlî were cezakirin.

Dozger diyar kir ku agahiyên nasnameyê yên xwediyê nivîs û nûçeyên hejmara ku behsê dikin nehatiye tespîtkirin. Li gorî Qanûna Çapemeniyê yê bi Hejmara 5187’ê, Xala 11 di rojnameyê de ku berhemek weke hêmana sûc were dîtin û xwediyê berheman neyên tespîtkirin midûrê karê nivîsan berpirs têne dîtin. Dozgeriyê ev hikm da û got, "Hatiye tespîtkirin ku midûrê berpirs ê rojnameyê yê 16 hejmaran Rohat Aktaş e, ji ber ku xwe negihandine gumanbar, 9’ê Gulana 2016’an têkildarî wî biryara girtinê hatiye dayin."

Darizandina dozê li Dadgeha Cezayê Giran ê 4. ê Amedê didome. Ji bo ku Aktaş "nehatiye zevtkirin" rûniştin taloqî Gulanê bû.