Dewleta Tirk rê neda ku cenaze bê şuştin û sersaxî bê qebûlkirin

Li Semsûrê wesayîta cenaze ji bo cenazeyê gerîlayê ku li şehîd bûbû nehat dayîn.Hêzên dewleta Tirk rê neda ku cenaze bê şûştin û sersaxî bê qebûlkirin.

Li Semsûrê rê nehate malbata gerîlayê HPG’ê Zeynel Gozubuyuk ê li bejahiya Semsûrê şehîd bûbû, cenaze li mizgeftê bê şûştin.

Li Semsûrê 7’ê Gulanê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li taxa Korê ya Semsûrê de gerîlayên HDP’ê Zeynel Alakûş, Gafarî Yorûlmaz û Zehnel Gozubuyuk şehîd bûbûn. Cenazeyê gerîlayên HPG’ê rakiribûn Saziya Tiba Edîl (ATK). Malbatên Alakûş û Yorûlmaz 14’ê Gulanê ji aliyê malbatan ve hatibûgirtin. Wesayîta cenaze nedbûna herdu malbatan jî. Cenazeyê Alakûş li Tomez a Semsûr û cenazeyê Yorûlmaz jî li Gomikê hatin veşartin. Polîs û leşkeran li vir jî rê nedabûn ku cenazeyê herdu malbatan jî bên şûştin.

Cenazeyê Zeynel Gozubuyuk ê di heman bomberdûmanê de şehîd bûbûn, duh hate veşartin. Malbata ku cenazeyê zarokê xwe ji ATK a Meletiyê girttin, şaredariyê wesayîta cenaze nedan ku cenaze bibin mal. Malbatê bi derfetên xwe cenazeyê kurê xwe birin gundê Mala Bava ya Semsûrê. Leşkerên Tirk ên rê nedan ku cenaze li mizgeftê bê şûştin, li ser goristanê jî ji derveyî malbatê rê neda ku tu kes tevlî merasîma veşartinê bibin.

Piştî cenaze hate veşartin û şûnde rê nehate dayîn ku malbat li gund konê sersaxiyê dane.