Dewleta Tirk qanûna geşta hewayî ya ji bo Silêmaniyê dirêj kir

Divê qanûna geşta hewayî ya dewleta Tirk a ji bo bajarê Silêmaniyê îro bi dawî biba. Lê rayedarayên Silêmaniyê ragihandin ku qanûn hatiye dirêjkirin.

Wezareta Derve ya Tirkiyeyê geştên hewayî yên welatê xwe yên ji bo Balafirxaneya Navnetewî ya Silêmaniyê ji 3’yê Nîsana îsal girtiye. Biryara dewleta Tirk ya ji bo balafirxaneya Silêmaniyê heya 3’yê Tîrmehê ango îro bû.

Dewleta Tirk ragihandibû ku piştî 3’yê Tîrmehê ewê biryarek nû bidin. Li gorî biryara Tirkiyeyê dihat payîn îro biryara qedexeya geştên asmanî ya Tirkiyeyê a ji bo balafirxaneya Silêmaniyê bi dawî bibe. Derbarê mijarê de waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir daxuyaniyek çapemeniyê da.

Heval Ebûbekir ragihand ku dewleta Tirk carek din geştên asîmanî yên Tirkiyeyê ên ji bo balafirxaneya Silêmaniyê girtiye.

Ebûbekir got: “Tirkiyeyê biryara xwe ya ji bo rawstandina geştên asîmanî ya ji balafirxaneya Silêmaniyê heya 3’yê Çileya 2024’an dirêj kir.”