Dewleta Tirk plana dagirkirina Başûr bi cih tîne

Dewleta Tirk a dagirker li herêma Bradostê ku payizê tevgera dagirkirinê dabû destpêkirin, êrîşên berfirehkirina dagirkirinê da destpêkirin.

Dewleta Tirk li qada Bradostê ku payizî tevgera dagirker dabû destpêkirin, li gundê Bermizê, Geliyê Reş, Sîro û derdora wê û her wiha li Deşta Heyatê û Ava Hecî Beg êrîşên berfirehkirina dagirkirinê da destpêkirin

Li gorî agahiyên xwecih îro berê sibehê balafirên şer ên Tirk li Xakurkê û Çiyayê Evdal Kovî, gelek cih bombe kir. Tê gotin dewleta Tirk bi êrîşên hewayî li qadên ku tevgera dagirkirinê dabû destpêkirin, sewqiyat şandiye ser qadên ku dagir kiriye û dixwaze van qadên dagirkirî berfirehtir bike. Jêderên xwecih radigihînin ku dewleta Tirk bi êrîşan re ku ji sibehê ve dane destpêkirin, armanc dike ku ji Çiyayê Sîro heta bi Çiyayê Evdal Kovî û devera di navbera Çiyayê Kevortê de dagir bike.

‘DIXWAZE BAŞÛR DAGIR BIKE’

Li hêlekê êrîşên artêşa Tirk a dagirker a li ser Efrînê, dagirkerî û qirkirinê didome û li hêla jî dî daxuyanî dabû ku dixwazin Başûrê Kurdistanê jî bixin nav vê hewldanên dagirkeriyê. Di demeke wiha de ku gelê Başûr dixwaze  baregehên leşkerî yên Tirk ji Başûr derkevin, çavdêrên siyasî, partiyên siyasî û pisporên siyasete dibêjin dewleta Tirk dixwaze Başûr û Efrînê bi hev re dagir bike. Çavdêrên siyasî dibêjin heke êrîşên dagirkirinê bidomin dibe ku di navbera leşkerên Tirk û gel de şer derkeve.