Dewleta Tirk nûnerê YNK’ê yê Enqerê dersînor dike

Hat diyarkirin ku dewleta Tirk biryar daye ku nûnerê YNK’ê yê Enqerê Behroz Gelalî dersînor bike.

Di saetên hevdîtina Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlut Çawîşoglû ya ji bo Hewlêrê dom dike de, dewleta Tirk biyar da ku nûnerê Partiya Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan (YNK) Behroz Gelalî dersînor bike.

Li gorî çapemeniya Yekîtî Nîştîmanî Kurdistanê (YNK), ji ber pirsgirêkên di navbera Tirkiyeyê û YNK'ê de hikûmeta Tirkiyeyê ji Nûnerê YNK'ê yê Enqerê Behroz Gelalî re gotiye ji Tirkiyeyê derkeve.

Hat gotin ku Nûnerê YNK'ê yê Enqerê Behroz Gelalî yê ku 15 sal in li Tirkiyeyê bû, vegere Silêmaniyê.