Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê sivîlekî din qetil kir

Dewleta Tirk a dagirker bombe li herêmên Amediyê û Kanîmasî yên Başûrê Kurdistanê barand û sivîlekî din qetil kir.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, qadên Amediyê û Kanîmasî yên herêma Behdînanê bi rengekî giran hatin bombekirin.

Ji ber vê bombardûmên li gundê Dêşişê yê Kanîmasî sivîlê bi navê Îbrahîm Hesen jiyana xwe ji dest da.

Li Amêdiyê jî saet di 10:30'î de gundê Sigîrê yê bajarokê Derelokê bi taybetî hate bombekirin.

Ji ber êrişên dagirkeriyê û bombardûmanên dewleta Tirk salên dawî bi dehan sivîl hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn.

7'ê Tîrmehê li gundê Hirorê di topbaranê de gundiyek birîndar bûbû. Her wiha bi dehan gund hatin valakirin, bi hezaran mirov neçar hatin hiştin ku koç bikin.