Dewleta Tirk li Amedê mele jî tevlî operasyonê kir!

Li Licê, Dara Hênê û Pasûrê, 10 hezar leşker, polîs û cerdevan derketine operasyonê. Dewleta Tirk qîma xwe bi vê neanî û mele jî tevlî operasyonê kir.

Hikumeta AKP'ê, ku dike nake nikare gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd teslîm bigire, bi her rê û rêbazê operasyonên qirkirinê dimeşîne.

Li bejahiya navçeyên Licê û Pasûr ên Amedê û navçeya Dara Hênê ya Çewligê, 10 hezar leşker, polîsên tîmên taybet û cerdevanên artêşa Tirk derketine operasyonê. Operasyon ev 20 roj in dewam dike. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, artêşa Tirk mele jî tevlî operasyona yekîneyên taybet kiriye. Meleyê gundikê Berdan ê navçeya Pasûrê û meleyê gundê Totaniya jî cihê xwe di nava operasyonê de digirin. Hat ragihandin, mele di heman demê de ji kadroya cerdevanan e.

Ji ber ku mele di meha Remezanê de tevlî operasyonê bûn, mizgeft vala man. Gundî nerazîbûnê nîşan didin, ku kesên wezîfeya wan a olî heye tevlî operasyonê dibin.