Dewleta Tirk li 23 gundên Mêrdînê derketina derve qedexe kir

Li 23 gundên navçeyên Mehsert, Nisêbîn û Artûklû yên Mêrdînê, derketina derve hate qedexekirin.

Li gundên Harmankaya, Dûygûlû, Kovanli yên Mehsertê, gundên Guvenlî, Heybelî, Çalikoy, Dalliagaç, Îlkadim, Gorentepe, Buyukkardeş, Kuçukkardeş, Yavrûkoy, Korûkoy, Akarsû, Kûyûlar, Doganl, Karacakoy, Serîkanya, Erdogdû û Dîrîm ên Nisêbînê û li gundên Ahmetlî, Aytepe û Sûlak ên navçeya Artûklûyê derketina derve hate qedexekirin. Walîtiya Tirk a li Mêrdînê bi rêya malpera xwe ya înternetê ragihand, ku qedexeya derketina derve heta fermaneke din, wê dewam bike.

Li van herêmên ku derketina derve li wan hatiye qedexekirin, liv û tevgera leşkerî zêde bûn.