Dewleta Tirk ji malbata gerîlayê şehîd pere xwest!

Dewleta Tirk ji malbata gerîlayê HPG’ê yê şehîd Aykût Ozkûr 10 hezar û 406 TL tezmînat xwest.

Fermandariya Giştî ya Jenderman a Tirk ji malbata gerîlayê HPG’yî Aykût Ozkûr ê 28’ê Tebaxa 2018’an li navçeya Kanîreş a Çewligê şehîd bûbû tezmînat xwest. Li ser daxwaza Fermandariya Giştî ya Jendermeyan Midûryeta Deftera Muhasebeyê ya Çewligê bi hinceta ‘ji ber sedema şer bûna sedema ku ziyan gihiştiye xizîneyê’ di derbarê dayik û bavên Ozkûr, Kiymet Ozkûr û Atîk Ozkûr dosyaya deynê 10 hezar û 406, 84 TL vekir.

Di belgeya teblîgatê ya ji bo malbatê hatî şandin de eger ku di nava mehekê de ‘deyn’ neyê razandin wê bi rêya îcrayê vê ji wan bigirin.