Dewleta Tirk ji bo baregeha leşkerî vê carê Zozanê Şênê talan dike

Dewleta Tirk ji bo baregeheke leşkerî li Zozanê Şênê çêbike, ku di navbera Amed û Mûşê de ye, dest bi talankirina daristanan kir.

Dewleta Tirk vê carê jî dest bi talankirina Zozanê Şênê kir, ku li quntara çiyayên Dorşîn, Warê Şêra, Serê Sipî û Andok e.

Dewleta Tirk piştî salên 1980'î li herêmê teror kir û bi hinceta 'ewlekariyê' piraniya şêniyên herêmê neçarî koçê kir.

Di navbera salên 2013 û 2015'an de hin ji şêniyên herêmê vegeriyan. Herêm yek ji wan deveran e ku koçber lê ne.

Zozanê Şênê ku bi şênkahî û ava xwe ya cemidî tê naskirin, ji sala 2015'an û vir ve bi navê 'herêma bi ewlekariya taybet' bi rêk û pêk tê qedexekirin.

Herêma ku berê bi ser Amedê ve bû, bi biryarnameya serokkomariyê bi ser Mûşê ve hate girêdan.

Zozanê Şênê ku di hedefa polîtîkayên taybet de ye, vê carê jî ji bo baregeheke leşkerî lê bê çêkirin, gef lê tê xwarin.

Dewlet bi destê cerdevanan daristanên li herêmê talan dike. Par dest bi çêkirina du baregehên leşkerî kiribûn.

Darên li herêmê bênavber têne birîn û li Şirnexê li qemyonan têne barkirin, ji bo herêmên cuda têne birin.

Ji hin dîmen û wêneyan jî tê dîtin ku qada daristanî talan bûye.