Dewleta Tirk Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe dikin

HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ji esman û bajahiyê ve qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe dikin. Gerîla bersiva êrîşan didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

HPG’ê destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomin û ev agahî parve kir:

“2’yê Tîrmehê saet di navbera 23:30-12:30’î derdorî gundê Hiror, Girê Şehîd Azad, devera Kestê û Derarê yên Herêma Metînayê bi helîkopteran bombe kirin.

2’yê Tîrmehê saet 18:30’î ji qereqola ser sînor di van kêliyan de gundê Rençbiraxa ya Herêma Zapê tê bombekirin.

2’yê Tîrmehê saet 20:30- 02:10’an deverên Mervanos, Girê Spî, Girê Şehîd Dilovan, Banîsta ên Herêma Avaşîn û saet navbera 21:30-01:00’an li herêma Tîpa T û Cîloyê Biçûk ên girêdayî Herêma Zapê tevgera helîkopteran pêk hatine.

Di van êrşîşên pêk hatin de ti ziyan bi hêzên me neketiye.”