Dewleta Tirk Chînook ji bo şerê li dijî Kurdan kirî

Dewleta Tirk di sala 2011’an de ji bo helîkopterên Chînook ên ku 60 leşkerên çekdar û 10 ton bar dikare hilgire peyman îmze kir lê ji ber ku maliyeta wê zêde bû kirîna wan taloq dikir. Di sala 2015’an de ji bo kirînê dest bi hewldanan kir.

Artêşa Tirk bi alîkariya KDP’ê di 17’ê Nîsana 2021’an de li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrişeke dagirker kiribû. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê duh daxuyanî dabû û diyar kiribû helîkopterên H-47 Chînook ên DYE jî tên bikaranîn.

Dewleta Tirk di çarçoveya konsepta îmhaya li ser gelê Kurd di salên dawîn de serî li gelek metodên şer dabû û bi ser neketibû. Di dagirkeriya dawîn a li ser Zapê de serî bi bikaranîna helîkopterên Chînnokê dan.

A niha 11 helîkopterên Chînook di destê dewleta Tirk de heye. Her helîkopterek 90 milyon dolar e. Desthilatdariya AKP û MHP’ê ev helîkopter ji şîrketa Boeîng a DYE kirî.

CHÎNOOK KETIN ŞÛNA PROJEYA F-35

-Dewleta Tirk di sala 2011’an de ji bo helîkopterên Chînook ên ku 60 leşkerên çekdar û 10 ton bar dikare hilgire peyman îmze kir lê ji ber ku maliyeta wê zêde bû kirîna wan taloq dikir. Di sala 2015’an de ji bo kirînê dest bi hewldanan kir û dest bi kirîna helîkopteran kir.

Dewleta Tirk di sala 2016’an de ji serîya H-47F 6 heb kirî û yên mane jî di Tîrmeha 2019’an de kirî. Ji ber ku rejîma Erdogan bi Rûsyayê re peymana S-400’an kiribû û rahîp Brûnson hatibû girtin di sala 2018’an de Serokê DYE Donald Trûmp re F-35 di serî de, firotina hinek alavên şer a ji bo Tirkiyeyê hatibû sekinandin. Rêveberiya Trûmp piştre biryar da 5 helîkopterên Chînook bifiroşin Tirkiyeyê. Yek jê di sala 2018’an de û ya din jî di sala 2019’an de hate firotin.

Dema di 17’ê Nîsana 2022’an de şer hate dest pê kirin dewleta Tirk helîkopterên Chînook cara pêşîn bi kar anî. Artêşa DYE ev helîkopter di şerê Efganistan û Iraqê de gelek caran bi kar anî. Artêşa Tirk jî di şerê li dijî Zapê de di roja sêyan de ev helîkopter bi kar anî. Vî tiştî jî kir ku pirsa ‘Gelo bi helîkopteran mirî û birîndar hatin veguheztin’ anî bîra mirovan. Di modelên H-47F de 24 sedye dikare were bicihkirin û dewleta Tirk dibe ku ev helîkopter wekî nexweşxaneya seyyar an jî ji bo veguheztine cenazeyan bi kar aniye.