Dewleta Tirk cenaze xistin baxaca wesayîtê, gund bi gund gerandin

Li Mehsert a Mêrdînê dewleta Tirk operasyon da destpê kirin. 7 kes destgîr kirin, cenazeyê xistin pişta wesayîtê, gund gund gerandin!

Walîtiya Mêrdînê duh ji ber operasyona leşkerî li navçeya Mehsert li taxên Xirbêmamitê, Xanîsora, Kewarêxê û Yestê qedexeya derketina derve îlan kiribû. Hat zanîn ku tîmên Tevgera Taybet a Cendirmeyan (JOH) operasyon destpê kirine û bi ser gelek malan de girtine. Tîmên Taybet ên Cendirmeyan bi ser malan de girtin, kel û pelên malê talan kirin. Di operasyonê de li endamên malbatê dan, heqaret û dijûnên ji bo wan kirin.

Di serdegirtina ji aliyê tîmên taybet ve ya li ser malan dayîk, bav û zarok jî di nav de 7 kes bi êskencê hatin destgîrkirin. Hate zanîn ku Mehmet Nezîr Bîlgîç (52) Kazim Dag (50), Sultan Bîlgîç (46), Ferhat Ortaç (18) M.B. (17), S.Y. (16) û Ş.D.’ya (15) bi hênceta “Alikariya rêxistinê kirine” hatine destgîrkirin û birine Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê.

DI BAXACA WESAYÎTÊ DE CENAZE GERANDIN!

Hêzên dewleta Tirk cenazeyek di baxaca wesayîdê de li gundan geradan, ji gundiyan pirsa, “Hûn vî nas dikin?”, “Ji gundê we ye?” dikirin.