Dewleta Tirk çavneberiyê li hestiyên Kurdan jî dike

Hestiyên 8 PKK'iyan li goristanên cuda yên li Bedlîsê hatin veşartin. Polîsên Tirk nehiştin ku hestî li kêleka hev bên veşartin.

Ji 267 cenazeyên PKK'iyan ên ku di sala 2017'an de ji Goristana Xerzanê ya li Bedlîsê hatin derxistin û li Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê testa wan a DNA'yê hate kirin, cenazeyên 10'an ji wan pêr ji Goristana Bêkesan a Kilyosê hatibûn derxistin û radestî malbatên wan hatibûn kirin. Ji wan cenazeyê Nadîre Elma li Nisêbînê yê Muzeyyen Gordegîr jî li Êlihê hatin veşartin.

Cenazeyên 8 kesên din jî li gundên Bedlîsê doh bi şev hatin veşartin.

Ji Stenbolê heta Bedlîsê dema anîn cenazeyan ji malbatan re astengî hatin derxistin. Li Amed û Bedlîsê de 3 caran kontrola nasnameyan hate kirin. Piştî van astengiyan, malbatan hestiyên zarokên xwe yên ku di qutiyên plastîk de anîbûn, li gundên cûda yên girêdayî Bedlîsê bi dorpêça polis û leşkeran  veşartin. Dema veşartina cenazeyan destûr hate dayîn ku tenê 3 kesên ji malbatê tevlî merasîmê bibin. Cenazeyên ku li heman goristanê hatin veşartîn jî destûr nehat dayîn ku li kêleka hev bên veşartin. Ji ber vê yekê her cenazeyek bi qasî 20 metreyî dûrî yê din hatin veşartin.

Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, cenazeyê Faysal Bîngol (Herekol) û Necla Karabay (Zekiye) li gundê Kollûdere yê Hîzanê; Behzat Yildirim (Kanî Garzan) û Ahmet Doner (Edîp) li gundê Kayadîller ê Hîzanê; Bûrhan Altintaş (Nûman Tatvan) li gundê Pyendas ê Tetwanê; Ferhat Can (Ferhat Garzan) li gundê Dîlbûrnû yê Exlatê; Mehmet Reşît Karakoç (Gabar) û Ferhat Can (Ferhat Garzan) jî li gundê Kuçuksû yê Tetwanê hatin veşartin.