KOMAW’ê banga tevlîbûna mihrîcana li Frankfurtê kir

KOMAW'ê bi daxuyaniyek nivîskî banga tevlîbûna 32’emîn Mihrîcana Çanda Kurd a li Frankfurtê bê lidarxistin kir.

Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) bi daxuyaniyek nivîskî banga tevlîbûna 32’emîn Mihrîcana Çanda Kurd a li Frankfurtê bê lidarxistin kir.

KOMAW’ê diyar kir ku di serdema ku êrîşên li ser Kurdistan û Rojhilata Navîn zêde bûne de girîngiya mihrîcanê zêdetir bûye û got: “Divê di serî de malbatên şehîd û girtiyan, gelê Kurd û dostên wan li dijî şerê qirkirinê yê dewleta Tirk û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi coşeke mezin biherikin qada mihrîcanê.”