BI DÎMEN

Jîna Emînî li Strasbourgê hat bibîranîn: Jin, Jiyan,Azadî qirîna serhildanê ye

Jîna Emînî di duyemîn salvegera qetilkirina xwe de li Strasbourgê hat bibîranîn. Jinan diyarkirin ku Tevgera Jin, Jiyan, Azadî qirîneke serhildanê ya hemû bindestên li Îran û seranserê cîhanê ye û banga mezinkirina têkoşînê kirin.

Jîna Emînî di 16’ê Îlona 2022’an de li Îranê ji aliyê polîsên exlaq ve hat qetilkirin. Bi boneya duyemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî li bajarê Strasbourg ê Fransayê çalakî hat lidarxistin.

Çalakî ji aliyê Komuna Jinê ya Zîn ve li Place Kleberê hat lidarxistin. Di bîranînê de pankarta “Ji Kurdistanê heta cîhanê Jin, Jiyan, Azadî” û wêneyên Jîna Emînî û şoreşgerên jin ên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, hatin hilgirtin.

Çalakî piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya jinê hat destpêkirin. Piştre daxuyaniya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ya têkildarî salvegerê hate xwendin. Li ser navê Komuna Jinê ya Zîn Helena Dersim daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “16’ê Îlona 2024 2’emîn salvegera destpêkirina şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nîşan dike. Ev tevger bi qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê rejîmê ve destpê kir û welat hejand. Bandora wê sînorên Îranê derbas kir. Di navenda vê tevgerê de jinên wêrek ên li dijî newekheviya zayendî, zext û nixûmandina porê ya bi darê zorê radibin cih digirin. Hewldana wan afirandina civakeke azad, wekhev û edalet e. Grev û xwepeşandanên ku ji aliyê karker, mamoste, xwenedar û komên civakî yên din ve tên kirin, belavî tevahiyia welêt bû.

Dewleta Îranê ji bo tepisandina daxwazên jin û çalakvanan bi tundî bersiv dide. Rejîm ji bo li ser piyan bimîne her ku diçe zêdetir serî li cezayên darvekirinê dide. Zêdetir kes ji ber berxwedana xwe ya siyasî tên darvekirin. Darvekirin bi armanca avakirina tirsê û tepisandina her curê protestoyan e.

Rejîma molla ji xeynî van înfazên bêrehm tedbîrên din ên zextê jî bikartîne. Êşkenceya li girtîgehan, zexta li ser azadiya derbirînê û binçavkirina çalakvanan a berdewamî heye. Jinên ku li dijî nixûmandina porê ya bi darê zorê radibin, di vê demê de bi awayekî eşkere tên biçûk xistin, girtin an jî lêdan.

Tevî vê zexta bêrehm jî têkoşîna azadî û edaletê dewam dike. Tevgera Jin, Jiyan, Azadî tenê ne berxwedana jinan a li dijî zextê ye, qirîneke serhildanê ya hemû bindestên li Îran û seranserê cîhanê ye. Daxwaza azadî û wekheviyê ji her curê zextê bihêztir e.”