Dewleta Tirk 2 sal in giraniyê dide ser bikaranîna çekên kîmyewî - III

Artêşa Tirk piştî têkçûna li Xakurkê ya sala 2019’an û Heftenînê ya sala 2020’î, çekên kîmyewî û bombeyên qedexe ji xwe re kir amûra sereke. Van 2 salên dawî giranî daye ser bikaranîna van çekên qedexekirî.

Armanca herî girîng a 'Plana Têkbirinê' ku biryara li ser wê di sala 2014'an de ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve hate dayin û sala 2015'an xiste meriyetê, têk birin û tasfiyekirina gerîlayên azadiya Kurdistanê bû. Bi vê armancê, ji bo çend salên piştî sala 2015'an artêşa Tirk êrîşên xwe yên dagirkeriyê bi bomberdûmana bênavber a li hemberî qadên gerîla girantir kir.

Artêşa Tirk a ku di êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de car caran sivîlên herêmê hedef girt û gelek komkujî pêk anî, bi birîna noqteyên derbasbûnê û daxistina leşkerên xwe ji hewayê ve plana xwe ya dorpêçkirina gerîla xistiye meriyetê. Ji bo vê yekê jî artêşa Tirk di 27’ê Gulana 2019’an de dest bi êrîşa yekemîn a dagirkirinê ya bi navê ‘Pençe’ kiribû û armanc dagirkirina herêma Xakurkê bû.

Piştî du rojan di 31’ê Gulana 2019’an de Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar derbarê serkeftina operasyonê de ji xwebawer axivî û gotibû, "Em ketin qadên wan, em daketin ser girên wan." Lê piştî çend roj şûnda derket holê ku, girên ku qala wê tên kirin, qadên vala yên ku gerîla bi kar neanîn e, leşker bi cih kirine. Operasyona dagirkirinê ya bi navê ‘Pençe’ ku bi rojan di çapemeniya desthilatdariya AKP-MHP'ê de bi rêbazên şerê taybet hate ziman. Gotin di cih de be artêşa dagirker şikestineke mezin jiya.

‘PENÇE’YÊN ŞIKESTÎ YÊN ARTÊŞA TIRK 

“Yekîneyên hilbijare” ên artêşa Tirk ku li herêmê daketine û bûne hedefa gerîla, derbeyên giran xwarin. Tevî vê yekê jî, artêşa Tirk di sala 2019’an de êrîşên nû yên dagirkeriyê li pey hev bi navên “Pençe-2” û “Pençe-3” da destpêkirin. Artêşa Tirk bi van têr nebûn, navên nû li “Pelçe”yan kirin û di sala 2020’an de hem ji bejahî bi topan hem jî bi bomberdûmanên hewayî êrîşên xwe berdewam kirin.

15 'ê Hezîrana 2020'an di saetên destpêkê de artêşa Tirk nêzî 30 balafirên şer li gel ÎHA û SÎHA’yan herêmên Maxmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin, piştî 2 rojan di 17'ê Hezîranê de êrîşeke berfireh birin ser Heftanînê ku ji bo hêzên gerîla xwedî girîngiyeke stratejîk e. Tevî ku rêveberên dewleta Tirk di wan rojan de gotin, "Em bi vê operasyonê re 40 kîlometre ketin nava xaka Iraqê" jî, gerîlayên HPG û YJA Starê bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê ku dabûn dest pê kirin, derbên giran li leşkerên artêşa dagirker ên li herêmê bi cih bûne dan.

PÊVAJOYA NÛ YA KU BI TÊKÇÛNA LI HEFTENÎNÊ RE DEST PÊ KIR

Li Heftenînê artêşa Tirk ku bi êrîş û hemû hêmanên şer re hewl da qada ku dagir kiriye berfireh bike, gerîlatiya azadiyê ya Kurdistanê havîna 2020'an berxwedaneke dîrokî nîşan da û artêşa Tirk şoq kir. Li ser vê yekê dewleta Tirk ji rojên destpêkê yên sala 2021 'an û vir ve ji bo şikandina berxwedana gelê Kurd li rê û rêbazên nû digere. Bi vê armancê Hulusî Akar ku weke "wezîrê şer" ê desthilatdariya AKP-MHP'ê tê naskirin û Serfermandarê Giştî yê Tirk Yaşar Guler destpêkê çûn Bexdayê û piştre jî çûn Hewlêrê.

Bêguman armanca tîma şer a dewleta Tirk bi vê serdanê ew bû ku ji berê de hikûmeta Bexdayê hişyar bike ku li hember tawanên li dijî mirovahiyê ku li xaka Başûrê Kurdistanê di nava sînorên Iraqê de bên kirin bê deng bimîne û rêveberiya PDK'ê ji bo êrîşên nû yên dagirkeriyê ber bi aliyê xwe ve bikişîne. Akarê ku piştî Bexda û Hewlerê çû paytexta Elmanyayê Berlînê bi hempîşeyê xwe ya Elman Annegret Kramp-Karrenbauer re hevdîtineke demdirêj kir. Dewleta Tirk bi vê serdana ku hikûmeta Elman weke 'sira dewletê' eşkere nekir, xwest pêşî li bertekên navneteweyî bigire.  

Ji ber ku dewleta Tirk a ku li hemberî gelê Kurd û gerîlayên azadiya Kurdistanê bi ser neket, bi hemû rêbazên qirêj ên di sala 2021’an de ji aliyê mirovahiyê û civaka navneteweyî ve hatin redkirin, xwest şer bigihîne qonaxeke din. Di çarçoveya konsepta nû de hatibû plankirin ku gelê sivîl ji herêmê bê derxistin û hêzên gerîla bi çekên kîmyewî/gazên ku ji aliyê cîhanê ve hatine qedexekirin bên dorpêçkirin û bi temamî bên îmhakirin. Sedema trafîka dîplomatîk a tîma şer a Tirkiyeyê ya bi serokatiya Akar di rojên ewil ên sala 2021’an de ev bû; Ji bo êrîşên ku bi çekên kîmyewî yên tund bên kirin amade bikin, ji bo hawirdorê wê peyda bikin.

Piştî van hemû amadekariyan dewleta Tirk êrîşî Garê kir. Yekîneyên artêşa Tirk ku bi armanca bi cihbûna mayînde hatibûn, li herêmê bi berxwedaneke dîrokî ya sê rojan a hêzên gerîla re rû bi rû man. Di operasyona dagirkeriyê ya li hemberî herêma Garê de ku 10’ê Sibatê danê sibê destpê kir û 13’ê Sibatê bi reva artêşa Tirk bi dawî bû, 37 leşkerên Tirk mirin û 15 gerîlayên HPG’ê jî şehîd bûn.

Di êrîşa Garê de piştî ku artêşa Tirk 13 leşker, polîs û endamên MÎT’ê yên li kampa Sîyanê ya HPG’ê dîlgirtî qetil kirin, di êrîşa Garê de gelek çekên kîmyewî û gaz hatin bikaranîn û di vê êrîşê de leşkerên xwe jî mirov dikare bêje bi çekên kîmyewî kuştin. Piştî çend rojan ji vekişîna leşkerên Tirk, HPG’ê ji raya giştî ya cîhanê re ragihand ku “Tevî ku di ser kampa ku esîrên li herêma Siyanê lê dimînin re 3 roj derbas bûne jî, li kampa girtîgehê û derdora wê bêhneke giran a gaz û kîmyewî tê."

ŞOPÊN GULEYAN LI SER GERÎLAYÊN ŞEHÎD NEBÛN 

Wezîrê Parastinê yê Tirk Akar, piştî êrîşa dagirkeriyê ya li Garê ya bi ser neket, di axaftina xwe ya 'agahdarkirinê' a li Meclîsê de, bi eşkereyî qebûl kir ku gazên kîmyewî hatine bikaranîn. Akar gotina, "Tenê gaza rondikrêj hate bikaranîn", bi awayekî vekirî diyar kir ku artêşa Tirk di vê êrîşa dagirkeriyê de guh nedaye peymanên navneteweyî. Ji ber ku di sala 1997’an de bi îmzekirina Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyewî, dewleta Tirk soz da ku li derdorên girtî yên weke şikeftan ji bo armancên leşkerî ti gaza kîmyewî – di nav de jî gaza rondikrêj – bikar neynin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di hevpeyvîna xwe ya heman rojan de ji Stêrk TV re, diyar kir ku dewleta Tirk li Garê bi gaza kîmyewî komkujî pêk aniye, ji çavdêrên navneteweyî xwest ku bên herêmê û lêkolînan bikin. Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik jî gotibû, “Şopa guleyan li ser nîvê gerîlayên ku girtiyan diparêzin tune bû. Ev jî nîşan dide ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bikar aniye." Piştî ku gerîlayên HPG'ê qada ku li Garê hatibû hedefkirin ji nû ve xistin bin kontrola xwe, gelek maskeyên gazê yên aîdî artêşa Tirk hatin dîtin.

BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ YÊN NÛ ÊRÎŞA DI 24’Ê NÎSANÊ DE  

Piştî têkçûna li Garê, di 23-24’ê Nîsana sala 2022’an de yekîneyên artêşa Tirk dest bi êrîşeke dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin.Arteşa Tirk ji bo şikandina berxwedana gelê Kurd, bi dagirkirina qadên stratejîk ên Kurdistanê, piştî bomberdûmanên giran, ji hewayê ve leşker danî qadên Metîna, Avaşîn û Zapê.  

Gerîlayên HPG û YJA Starê bi navê Cenga Xabur û Bazên Zagrosê dest bi pêngavan kirin û nehiştin artêşa dagirker derbas bibe. Artêşa Tirk a ku bêçare maye, bi balafirên şer û helîkopterên êrîşê, 4 mehan êrîş kir. Leşkerên Tirk ên ku bi êrîşên hewayî nekarîn encam bigirin, vê carê jî bi helîkopteran bi tonan TNT û gelek teqemenî danîn û di van çeperan de teqandin. Artêşa Tirk piştî ku her metod bi kar anî û nekarî gerîlayan ji çeperên wê derxîne vê carê dest bi bikaranîna çek û gazên kîmyewî kir. Li gorî qada navneteweyî û mirovayetîyê bikaranîna ev çek û gazên kîmyewî sûc e. Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan ragihand, wan tespît kiriye ku di wan rojan de gaza tabûn, kloropîkrîn û xerdel ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye bikaranîn. Dema ku gerîlayan êrîşên gaza kîmyewî pûç kirin, artêşa Tirk ji rojên destpêkê yên Îlonê ve cûreyek nû ya bombekirina kîmyewî ceriband. Li gorî çavkaniyên HPG'ê, dema ev cureya nû ya çeka kîmyewî teqiya, li qadeke berfireh wêraneke mezin pêk tîne û hemû zindiyên li wir bi temamî îmha dibin. 

BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ LI SIVÎLAN DAN 

Di rojên dawî yên havînê de bi taybet li Qadên Berxwedanê yên Werxelê û Girê Sor, artêşa Tirk a ku li hemberî berxwedana hêzên gerîla nekarî pêş ve biçe, bi bikaranîna gazên kîmyewî xwest berxwedana gerîla bişkîne. Bi rastî jî di bomberdûmana herêma Berwarî Bala ya Duhokê de, artêşa Tirk bi çekên kîmyewî li cih û warên sivîlan da. Di dema bomberdûmanê de 3 welatiyên ji gundê Hirure yê herêma Berwarî Bala ji ber maddeya kîmyewî jehrî bûn. Tevî ku ev qad ji qadên gerîla dûr in jî gundiyên ji ber gazên ku hatin avêtin nexweş ketin, rakirin nexweşxaneyê. 

Tîmên Aştiyê yên Xiristiyan (Christian Peacemaker Teams, CPT) ku di destpêka Mijdara 2021’an de çûn serdana gundiyên di heman malbatê de birîndar bûn. Saziya aştiyê diyar ku piştî êrîşê jina bi navê Hedye Hirûr felc bûye û nikare dest û lingên xwe bilivîne. CPT'ê da zanîn ku rewşa tenduristiyê ya ferdên din ên malbatê jî nebaş e û diyar kir ku di dema êrîşê de dûmanek spî bilind bûye, gundî ji ber êrîşê mehdê wan li hev ketiye, verişiyane, serê wan gêj bûye, çav û çermê wan şewitiye.

DI SALA 2021’AN DE 40 GERÎLA BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ ŞEHÎD BÛN 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji cîhanê re ragihand ku dewleta Tirk bi mehan e li dijî gerîla çekên kîmyewî û gazên jehrî bikar tîne, lê Neteweyên Yekbûyî, Ewropa û DYA bêdeng in û ev jî tê wateya hevkariya sûc. DYA û NATO’yê ku destûra operasyonê dabûn artêşa Tirk, ji roja destpêkê ve li dijî bikaranîna çekên kîmyewî derneketin. Dewleta Tirk a ji bêdengiya cîhanê sûd werdigire, bi israr çekên kîmyewî bi kar anî.  

Li ser vê yekê, ji dawiya sala 2021ê ve  Kurdan li ber navenda Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) li Den Haag a Hollandayê dest bi xwepêşandanê kirin. Di dema ku Kurdan bang li OPCW’ê dikir da ku bila erka xwe pêk bîne, tevî delîlên şênber ên ku destnîşan dikir çekên kîmyewî li Metîna, Zap û Avaşînê hatine bikaranîn, hêzên navneteweyî gav neavêtin. Di dawiya sala 2021’an de hate diyarkirin ku dewleta Tirk wê salê bi giştî 367 caran çekên kîmyewî bikar aniye. Her wiha di heman salê de bi giştî 40 gerîlayên HPG û YJA STAR’ê ji ber gazên kîmyewî şehîd bûne. Ji van gerîlayan 6 jê di meha Sibatê de li dijî êrîşa dagirkeriyê ya li Garê, 34 gerîla jî di berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê ya 6 mehan domiya, şehîd ketin. Ev gerîla bi rojan di bin dorpêç û êrîşên kîmyewî yên zêde de têkoşiyan û mîrateyeke berxwedanê ya ku wê gelê Kurd ji bîr neke, li pey xwe hiştin. 

DI 7 MEHAN DE HER CURE MADDEYÊN KÎMYEWÎ BI KAR ANÎN 

Artêşa Tirk a ku di sala 2021’an de nekarî encamên ku dixwaze, bi dest bixe, di sala 2022’an de careke din êrîşeke dagirkeriyê ya berfireh pêk anî. Artêşa dagirker vê carê jî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê ji xwe re kir hedef û d 14’ê Nîsana 2022’an de dest bi êrîşan kir. Ev operasyona dagirkeriyê gaveke nû û berdewamiya heman konsepta salên dawî bû, ji ber wê jî dewleta Tirk navê wê kir “Pençe-Kilît”. Weke ji navê wê jî diyar e, artêşa Tirk a ku plan dike dora gerîlayan bigire û gerîlayan tune bike. Artêşa Tirk ji 14’ê Nîsanê û vir ve hema hema her roj her cure madeyên kîmyewî, bi taybetî bombeyên nukleerî yên taktîkî û gazên jehrî bikar tîne. Di vê demê de artêşa Tirk ji bo îmhakirina çeperên berxwedanê û tunelên şer ên gerîlayan, bi bombeyên qedexekirî yên fosfor, bombeyên termobarîk, bombeyên nukleerî yên taktîkî û gelek çekên kîmyewî ceriband. 

Nûçegihan û rojnamevanên li herêmê bi kamerayan dîmen qeyd kirin û destnîşan kirin ku artêşa Tirk gelek caran sûcê bi çekên kîmyewî kiriye. Dîmenê herî balkêş li çepera Şehîd Berxwedan a li Girê Şehîd Şahîn hatibû kişandin. Ev dîmen di 25’ê Hezîrana 2022’an de di ANF’ê de hatibû weşandin. Gerîlayekî maskeya gazê li ber rûyê wî ji kamerayê re diaxivî, toza kîmyewî ya reş û spî nîşan dida û digot ‘Çekên kîmyewî bi kar tînin. Bêhna wê gelekî giran e.’Gerîla diyar dikir ev gaz mirovan bênefes dihêle û ji ber vê bêyî maskeya gazê mirov nikare têkeve tunelan.  Di qeydeke din a kamerayê de ya ku di 16'ê Tîrmeha 2022'an de li ANF'ê hate weşandin de, hate dîtin ku komek leşkerên Tirk ji bo gazê bişînin ser tunel û çeperan, xortimeke gelekÎ dirêj radixin. Seriyekî xortimê dixistin nav tunelan û seriyê din jî dibirin ser Girê Werxelê. Ev dîmen wekî belgeya herî şênber e ku artêşa Tirk a dagirker ji bo qetlîameke hovane amadekariyên çawa dike.  

2837 CARAN BOMBE Û MADDEYÊN KÎMYEWÎ YÊN QEDEXE BI KAR ANÎN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ku di 15’ê Mijdara 2022’an de bîlançoya şerê 7 mehan eşkere kir û ragihand ku artêşa Tirk a dagirker 2837 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî êrîş biriye ser tunel û çeperên şer. HPG’ê diyar kir artêşa Tirk bi van êrîşên kîmyewî re sûcê şer kiriye.  

Gerîlayê HPG'ê Dr. Serbilind Dêrsim diyar kir wî bala xwe daye gerîlayên ku ev çekên kîmyewî li ser wan bandor kiriye û di 10’ê Mijdara 2022’an de ji ANF’ê re axivîbû.  Dr. Dêrsim diyar kiribû artêşa Tirk maddeyên kîmyewî bi kapsulan aniye qada şer û gotibû “Artêşa Tirk bi rengekî eşkere piranî gazên fetsîner bi kar tîne. Heta ber devê tunelan boriyan radixin û bi rêya aspîratoran van gazan dişîne nav tunelên şer. Ev tişt bi awayekî zelalî hatine qeydkirin û delîl û îspatên wan hene. Gaza ku bandor li ser hevalê me şehîd Baz Mordem kir jî gazeke bi vî rengî ye. Em ji vê yekê fêhm dikin; zerara ku li pişika hevalê me kir, nîşan dide ku gazeke bi vî rengî ya fetsîner e. Ji ber îltîhaba zêde ya ku di pişikê de pêk hatiye, wekî ku di dîmenan de jî bi zelalî xuya dibe, ji devê hevalê me aveke bi rengê sor, pembe û qehweyî tê.”